Di 14 salan de 20 jê zarok bi giştî 41 kes bi wesayîtên zirxî hatin kuştin 2022-01-27 14:50:14 ŞIRNEX - Ciwanê bi navê Abdulgaffar Dayan li Cizîrê bi wesayîta zirxî hat kuştin. Bi kuştina Dayan re mijara kuştinên bi wesayîtên zirxî yên li bajarên Kurdan dîsa kete rojevê. Di nava 14 salên dawî de 20 jê zarok bi giştî 41 kes di encama bûyerên ‘hêzên ewlehiyê’ de hatine kuştin.  Di 24’ê çileyê de li ser pira kevin a Cizîrê (Cadeya Yafesê) wesayîta bi cureya Ranger li ciwanê bi navê Abdulgaffar Dayan (23) xist û Dayan jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku Dayan 40 deqeyan li cihê bûyerê hatiye hiştin û piştre jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Dayan ku ji hundirê wî xwîn jê dihat, piştî emeliyeta 4 saetan rakirin beşa awarte ya nexweşxaneyê. Du roj piştre jî Dayan jiyana xwe ji dest da. Bi mirina Dayan re mijara kuştina welatiyan a bi wesayîtên zirxî yan jî bi gulebarana hêzên ewlekariyê, dîsa bû rojev. Wesayîtên zirxî ku hema hema li her kolan û taxên bajarên Kurdan tên dîtin, di nava 14 salan de 20 jê zarok bi giştî bûn sedema mirina 41 kesan.    Ji ber kuştinên heta niha ceza li tu polîs an jî leşkerekî nehatiye birîn û ev rewş jî dike ku hêzên ewlekariyê van sûcan hîn rihettir bikin. Dosya yan jî lêpirsînên heta niha der barê faîlan de hatine vekirin jî bi hewldanên walî û qeymeqaman hatin girtin. Bang û daxwaza rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên mafên mirovan ku dibêjin ‘bila wesayîtên zirxî nekarin li nava bajêran bigerin’ jî her tim ma bê bersiv.   HERÎ KÊM 41 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN   Li gorî daneyên ji çapemeniyê hatine berhevkirin, ji sala 2008’an heta niha ji ber wesayîtên zirxî herî kêm 93 bûyer qewimî ne. Di van bûyeran de 52 welatî birîndar bûn û 20 jê zarok bi giştî 41 welatiyan jî jiyana xwe ji dest dan.    Çend bûyerên ku ji ber wesayîtên zirxî li herêmê qewimîn wiha ne:    “* 31’ê tebaxa 2008’an: Li ser Cadeya Diyarbakir a Êlihê di dema çalakiya konvoya wesayîtan de, wesayîteke bizirx li Adnan Enûk (11) xist û birîndar kir. Ji bo lêpirsîna hatiye vekirin biryara neşopandinê hat dayîn.    * 29’ê nîsana 2009’an: Dema ku Maziye Aslan (7) li ser rêbejiyê dimeşiya, wesayîta ku polîsên hêzên taybet bi kar di anî lê xist û Aslan li wir jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê, ji endamên tîmên taybet tenê polîsek jê hat girtin.    * 4’ê hezîrana 2010’an: Wesayîta zirxî ya polîsan li zaroka bi navê Dîren Basan (10) da û Basan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Ji bo lêpirsîna derheqê polîsê ku Dîren kuştibû de biryara neşopandinê hat dayîn.   * 16’ê gulana 2010’an: Li derdora gundê Akalin ê navçeya Gever a Colemêrgê, wesayîta bizirx a Gerînendetiya Ewlekariya Navçeyê li zarokê bi navê Turgut Gezer (12) xist û Gezer bi giranî birîndar kir.   * 13’ê hezîrana 2012’an: Zarokê bi navê Yûsûf Yilan (9) dema li navçeya Qereyazi ya Erziromê boyaxkerî dikir, wesayîteke bizirx hat lê xist û zarok Yûsûf jiyana xwe ji dest da. Derheqê polîsê ku Yûsûf kuştî de doz nehat vekirin.    * 23’yê tebaxa 2012’an: Wesayîta bi cureya kîrpî li pêşiya Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê li zarokê bi navê Muhsîn Îşleyan (8) xist û Îşleyan bi giranî birîndar kir.   * Nîsana 2013’an: Wesayîta polîsan li Cizîr a Şirnexê li zarokê bi navê Sînan Saltikalp (17) da û Saltikalp bi giranî birîndar kir. Saltikalp 4 mehan di beşa venihêrîna awarte de ma û di 29’ê tebaxê de jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    * 14’ê gulana 2013’an: Wesayîta bizirx a polîsan li navçeya Rezan a Amedê li zarokê bi navê A.O. (4) da û di encamê de O. bi giranî birîndar kir.   * 8’ê nîsana 2014’an: Di dema çalakiyên li Taxa Xaçort a Wanê de wesayîta bi cureya akrepê li zarokê bi navê A.O. (12) da û zarok bi giranî birîndar kir.   * 17’ê tîrmeha 2014’an: Wesayîta polîsan a bi plakaya sivîlan, li pêşiya Şaxa Gerînendetiya Trafîka Herêmê ya li Taxa Maksut Efendî ya Erziromê li dewarên zarokên bi navên Furkan (14) û Îbrahîm Çavuş (16) ku bira ne xist. Di qezayê de gelek dewar mirin û polîsan ji ber bertekên zarokan, gule li wan reşandin û zarok birîndar kirin.   * 2’yê îlona 2014’an: Li semta Fîskaya ya Amedê wesayîta bizirx a bi cureya akrepê li zarokê bi navê Enes Karagoz da. Karagoz di bin wesayîtê de ma û bi giranî birîndar bû.    * 23’yê gulana 2015’an: Li navçeya Gever a Colemêrgê wesayîta bizirx a bi cureya akrepê li zarokê bi navê Kamûran Orman (15) da û Orman bi giranî birîndar kir.    * 15’ê nîsana 2016’an: Li ser rêya rêbej a Dîlok-Riha’yê wesayîteke Fermandariya Cendirmeyan a Herêmê li mînîbûsekî xist û di encamê de zarokê bi navê Cûma Ozkaplan (17) jiyana xwe ji dest da.    * 4’ê gulana 2016’an: Wesayîta bizirx a bi cureya akrepê ku ya Gerînendetiya Ewlekariyê ya Colemêrgê bû, li xwendekaran xist û du xwendekar birîndar kirin.   * 12’ê hezîrana 2016’an: Wesayîta bizirx li navçeya Cizîr a Şirnexê li zarokê bi navê Bunyamîn Bayram (16) da û Bayram kuşt.    * 28’ê hezîrana 2016’an: Otobûsa ku polîsên tîmên taybet lê siwar bûn, li ser Rêya Armûşê ya Wanê li zaroka bi navê Çinar Bartin (8) xist û Bartin birîndar kir.    * 24’ê tîrmeha 2016’an: Zarokê bi navê Taha Kiliç li pêşiya Gerînendetiya Ewlekariyê ya Rêya Armûşê di bin panzera polîsan de ma û Kiliç li wir jiyana xwe ji dest da. Şahidên bûyerê diyar kirin ku wesayît tevî qezayê jî nesekiniye. Derheqê polîsên ku Kiliç kuştin de jî tu lêpirsîn nehatin vekirin.    * 30’ê tebaxa 2016’an: Dema zarokê bi navê Mûstafa Duman (17) li pêşiya mala xwe rûdinişt, ji wesayîta zirxî gule hatin reşandin û Duman li wir jiyana xwe ji dest da.    *6’ê îlona 2016’an: Li Qada Seyîd Riza ya Dêrsimê wesayîteke bizirx a bi cureya kobra li welatiya bi navê Naciye Ozdemîr xist û Ozdemîr li wir jiyana xwe ji dest da.    * 8’ê cotmeha 2016’an: Wesayîteke bizirx a bi cureya kobrayê li Gever a Colemêrgê gule li welatiyan reşandin û welatiyên bi navên Şemsettîn Çakmakçi, Rahmî Safhali, Necdet Îşozu, Serhat Buldan û Aydin Tumen ku li pêşiya kargeha mobîlyayê disekiniyan, kuştin. Her wiha Mehmet Alî Kaya jî di bûyerê de birîndar bû.    * 24’ê cotmeha 2016’an: Li Cizîr a Şirnexê wesayîta bizirx li zarokê bi navê Hakan Sarak (5) da û Sarak jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku wesayît her ku diçû dûr diket, Saran gelek xwîn winda kir û jiyana xwe ji dest da.    * 1’ê tebaxa 2017’an: Wesayîteke bizirx li Okmeydani ya Stenbolê li zarokê bi navê Raşîd Oso (7) ê Kobanêyî xist û Oso li wir jiyana xwe ji dest da.    * 9’ê sibata 2017’an: Li Kerboran a Mêrdînê wesayîta bizirx li zaroka bi navê Berfîn Dîlek (7) xist û Dîlek jiyana xwe ji dest da.    * 4’ê adara 2017’an: Wesayîteke bizirx dema li ser rêbeja Sêrt-Êlihê pişt û pişt dihat da ser welatiyê bi navê Kerem Arslan û Arslan jiyana xwe ji dest da.    * 21’ê adara 2017’an: Li derdora gundê Kovah ê 10 km’an li ser rêbeja Hezex-Cizîrê, wesayîteke bizirx a bi cureya ejder li otomobîlekî xist û di encamê de welatiyên bi navên Okan Înce, Bahadir Beyazlioglu û kesekê navê wî nehatiye zanîn jiyana xwe ji dest dan.    * 10’ê nîsana 2017’an: Li ser cadeya 2 Nîsan a Wanê wesayîta bizirx li 2 kesan da û ji welatiyan Abdulvahap Taş bi giranî birîndar bû.    * 27’ê nîsana 2017’an: Wesayîta bizirx a polîsan li du welatiyan da û ji welatiyan Samî Uçan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    * 27’ê nîsana 2017’an: Li ser cadeya Gevran a Amedê wesayîta leşkerî ya bizirx li welatiya bi navê Hatin Elhuman xist û Elhuman kuşt.    * 4’ê gulana 2017’an: Li Taxa Karşiyaka ya Silopiyaya Şirnexê wesayîta bizirx a bi cureya akrepê li malekî da, dîwarên malê hilweşand û kete hundir. Di wê navberê de zarokên malê Muhammed (7) û birayê wî Furkan Yildirim (6) dema di xewê de jiyana xwe ji dest dan.   * 9’ê hezîrana 2017’an: Wesayîta bizirx a polîsên tîmên taybet tê de bûn, li Nisêbîn a Mêrdînê li motosîklêta Mehmet Şerîf B. (17) xist û Şerîf B. bi giranî birîndar kir. Yek ji lingên zarokê birîndar hate birîn. Lê tu encam ji lêpirsîna derheqê bûyerê de derneket.    * 14’ê hezîrana 2017’an: Li navçeya Licê ya Amedê welatiya bi navê Pakîze Hazar dema li qada ji trafîkê re girtî dimeşiya, wesayîta bizirx lê xist û Hazar li wir jiyana xwe ji dest da. Di encama dozê de ji ewil 3 sal cezayê hefsê li polîsê faîl re hate birîn lê dadgehê piştre ev ceza daxist 2 sal û 6 mehan.    * 19’ê hezîrana 2017’an: Li ser rêya bejahî ya di navbera Amed-Çewlikê de wesayîta bizirx a ku polîsên tîmên taybet tê de bûn, li mînîbûsa rêwiyan xist. Di encamê de ajokar Remzî Menteşe û zarokekî emrê wî di navbera 8-10 salî de ku navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest dan.    * 20’ê hezîrana 2017’an: Wesayîteke bizirx a bi cureya ejder li wesayîta şêniyên gund ên ku ji sersaxiya Pakîze Hazar vedigeriyan xist. Di encamê de welatiyê bi navê Mahmût Oner (74), Mevlût Dagtaş (64), Abdulhamît Dagtaş (63), Fîkrî Demîrbaş (53) û Zeyel Demîrbaş jiyana xwe ji dest dan. Derheqê lêpirsîna bûyerê de biryara neşopandinê hat dayîn.    * 20’ê hezîrana 2017’an: Li navçeya Bêşebap a Şirnexê, wesayîteke bizirx a bi cureya akrebê li welatiyan xist û 3 welatî birîndar kirin.    * 19’ê cotmeha 2017’an: Wesayîteke bizirx a bi cureya ejder li Taxa Çal a Sêrtê da ser zaroka bi navê Felek Batur (6) û bi giranî birîndar kir. Batur piştre jî jiyana xwe ji dest da.    *5’ê mijdara 2017’an: Di rêya derketina Fermandariya Cendirmeyan a li ser rêbeja Êlih-Amedê de wesayîta bizirx li otomobîlekî xist. Di encamê de 2 jê leşker bi giştî 3 kes birîndar bûn.    * 5’ê mijdara 2017’an: Leşkerekî ku navê wî nehat zanîn, dema li taxa Korik a Êlihê hewl dida ajotina wesayîtê nîşanî hevalê xwe bide, li zarokê bi navê Burak Îlhan (5) ku wê navberê li kolanê dilîst xist. Zarok Îlhan bi giranî birîndar bû û piştre jî jiyana xwe ji dest da.    * 19’ê mijdara 2017’an: Li Taxa Saray a Kerboran a Mêrdînê wesayîta bizirx a polîsan li welatiya bi navê Fatma Nûrê Dursun (65) da û Dursun birîndar kir.    *22’yê mijdara 2017’an: Wesayîteke bizirx a polîsan li nêzî Taxa Sûr a Cizîra Şirnexê li zarokên ji xwe re dilîstin xist û zaroka bi navê Rûken Cansiri birîndar bû.    *19’ê kanûna 2017’an: Li ser Cadeya Gevran a Semta Ofîs a Yenîşehîra Amedê wesayîteke bizirx a polîsan li otomobîlekî da û ajokarê wê birîndar kir.    * 23’yî çileya 2018’an: Wesayîta bizirx a bi cureya ural li Cizîr a Şirnexê di carekî de derket rê û li wesayîta rawestiyayî xist. Di encamê de Mehmet Saît Alpkan û du kurên xwe bi giranî birîndar bûn.   * 25’ê çileya 2018’an: Li derdora Birca Belek a di navbera taxên Dîcle û Kale ya Cizîrê, wesayîta polîsan li zarokê bi navê S.A. (10) xist.    * 16’ê adara 2018’an: Wesayîta bizirx a bi cureya Shortland a cendirmeyan, li Xaçerêya Cadeya Sermend û Cadeya Cumhuriyetê li welatiyê bi navê Îsmaîl Firat (72) da. Di qezayê de Firat birîndar bû.    * 7’ê nîsana 2018’an: Dema welatiya bi navê Nesrîn Kiliç û zarokê bi navê Suavî hewl didan li ser Cadeya Hastane ya Taxa Yenîşehîr a Silopiyayê derbasî aliyê din bibin, wesayîteke zirxî li wan da. Di encamê de zarok Suavî birîndar bû û piyê wî yê çepê hate birîn.    * 22’yê nîsana 2018’an: Wesayîta bizirx a polîsan dema li Kerboranê pişt û pişt dihat, li welatiya bi navê Suphiye Yakut ku li ber deriya mala xwe rûdinişt xist. Yakut bi giranî birîndar bû. Doza derheqê bûyerê de hatiye vekirin hêjta berdewam e lê hat zanîn ku kamerayên ku cihê bûyerê didîtin, demekî kin beriya bûyerê hatine girtin.    * 24’ê gulana 2018’an: Zarokê bi navê Veysel Toplu (10) li Mûşê dema li pêşiya mala xwe dilîst, di encama gulebarana wesayîta bizirx de birîndar bû. Hêj 24 saet derbas nebûbûn ku walîtiyê bi daxuyaniyekê ev bûyer wek qeza ragihand.    * 28’ê gulana 2018’an: Lê xaçerêya navendî ya rêyên bejahî ya Dêrsimê, wesayîta bizirx a leşkeran li welatiyê bi navê Hasan Huseyîn Çîmen (60) xist. Di encamê de hestiyên Çîmen şikestin û piştî destwerdana ewilî, veguhestin Xarpêtê. 2 roj piştre jî Çîmen ji nexweşxaneyê derket.    * 6’ê hezîrana 2018’an: Wesayîteke bizirx a polîsan (TOMA) li ser cadeya Emek a li pêşiya Polîs Okulu ku pêveka Gerînendetiya Ewlekariyê ya Amedê ye, li welatiyê bi navê Mehmet Tektekîn (75) xist ku dixwest derbasî aliyê din ê rê bibe. Tektekîn di qezayê de bi giranî birîndar bû û di 8’ê hezîranê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    * 13’ê hezîrana 2018’an: Li Taxa Ataturk a Dêrsimê, wesayîteke bizirx a polîsan li welatiyê bi navê Alî Sezer (92) xist û di encamê de Sezer jiyana xwe ji dest da.    * 28’ê hezîrana 2018’an: Wesayîteke bizirx a polîsan li Gever a Colemêrgê dema welatiyê bi navê Halît Artik hewl dida derbasî aliyê din ê cadeyê bibe xist. Artik bi giranî birîndar bû.    * 29’ê hezîrana 2018’an: Li gundê Elemûn ê Qileban a Şirnexê zarok jî di nav de bi giştî 12 kes bi hinceta qaçaxçitiya ser sînor hatin binçavkirin. Dema wesayîta bizirx a bi cureya kîrpî her 12 kes dibirin, wergeriya. Di encamê de 2 jê leşker bi giştî 13 kes birîndar bûn û zarokê bi navê Alî Olmez (15) jî jiyana xwe ji dest da.    * 3’yê îlona 2018’an: Li Taxa Konak a Cizîr a Şirnexê wesayîteke bizirx a polîsan li wesayîteke li cihê xwe sekinî xist.    * 15’ê îlona 2018’an: Li navçeya Tûşba ya Wanê wesayîteke bizirx a polîsan li wesayîteke sivîlan xist û wesayît qedereke dirêj xijand. Di qezayê de kesek birîndar nebû.    * 12’ê adara 2019’an: Zaroka bi navê Rûken Elma (9) dema li Silopiyayê di danê sibehê de diçû dibistanê, panzereke polîsan lêxist û zarok Rûken ji piyê xwe birîndar bû.    * 16’ê gulana 2019’an: Li Cizîr a Şirnexê wesayîteke bizirx a polîsan li welatiya bi navê Fevziye Şengûl (46) xist û Şengul birîndar kir.    * 3’yê îlona 2019’an: Wesayîteke bizirx a polîsan li derdora qada Dortyol a Cizîrê li wesayîteke sivîlan xist. Di qezayê de kesek birîndar nebû.    * 11’ê îlona 2019’an: Li ser Cadeya Emekê ya Taxa 5 Nîsan a Rezan a Amedê, wesayîteke bizirx a polîsan li zarokê bi navê Efe Tektekîn (5) xist. Di encamê dew zarok Efe jiyana xwe ji dest da.    * 23’yê îlona 2019’an: Li gundê Goktepe yê Mazgîrt a Dêrsimê wesayîteke bizirx li ciwanê bi navê Oktay Er (22) xist û di encamê de Er jiyana xwe ji dest da.    * 9’ê cotmeha 2019’an: Wesayîta bizirx a polîsan li Taxa Karşiyaka ya Silopiya ya Şirnexê li zarokê 7 salî Hamza Ogdem da. Di encamê de zarok Hamza birîndar bû û wesayîta polîsan jî ji cihê bûyerê reviya.    * 9’ê kanûna 2019’an: Zarokên bi navên M.F. (16) û E.C.A. (16) dema li navçeya Bazîd a Agiriyê wesayît diajotin, wesayîteke polîsan bi îdiaya ‘guh nedayîne hişyariyê sekinînê’ dan dûv. Demek piştre polîsan bi wesayîta zirxî li wesayîta zarokan dan.     * 27’ê gulana 2020’an: Wesayîteke bizirx a polîsan li nava rêyê vegereke bêqayde kir û bû sedema qezayê.    * 23’yî çileya 2021’an: Wesayîteke bizirx a leşkeran li Taxa Dere ya navçeya Gêl a Amedê li welatiyê bi navê Sabrîu Gunay xist û bi giranî birîndar kir.    * 28’ê sibata 2021’an: Di dîmenên derketin holê de xuya bû ku wesayîtên bizirx ên polîsan li taxa Baglar a Êlihê dikevin pey zarokan û hewl didan bi wesayîtê zarokan bieciqînin.    * 1’ê nîsana 2021’an: Wesayîteke bizirx a polîsan li Gever a Colemêrgê li zarokê bi navê Nîhat Şerzan Akdogan (12) xist. Zarok Şerzan di qezayê de birîndar bû.    * 8’ê tebaxa 2021’an: Wesayîta bi plakaya 25 SH 249 ku Fermandarê 3’yemîn ê Artêşê yê Erziromê jî tê de bû, dema ji ‘Pîrozbahiyên Serkeftinê’ yên li Xelat a Bedlîsê dihatin pîrozkirin vedigeriyan, li Taxa Sanayî ya Melezgirê li zarokê bi navê Eyûp Kirtay xist. Di encamê de zarok Eyûp jiyana xwe ji dest da.    * 3’yê îlona 2021’an:  Li Taxa Turgut Ozal a Hezex a Şirnexê, wesayîteke bizirx li zarokê bi navê Mîraç Mîroglu (7) da û zarok Mîraç li wir kuşt.    *24’ê çileya 2022’yan: Wesayîteke bi cureya Rangerê, li Cadeya Yafes a Cizîr a Şirnexê li welatiyê bi navê Abdulgaffar Dayan da û bi giranî birîndar kir. Dayan di 26’ê çileyê de jiyana xwe ji dest da.    MA/ Dilgeş Rûvanas