Li Rihayê 4 siyasetmedar hatin tehliyekirin 2022-01-27 14:30:33 RIHA - Hevşaredarê Xelfetiyê yê berê Mustafa Bayram û sê siyasetmedarên girtî ku dihatin darizandin, hatin berdan.  Hevşaredarê Navçeya Xelfetiya Rihayê Mustafa Bayram di 2’yê kanûna 2016’an de hat binçavkirin û qeyûm tayînî şûna wî kirin. Mustafa Bayram û li gel wî Hevseroka HDP’a Rihayê yaberê Leyla Akça, rêveberên HDP’ê yên berê Mehmet Bînîcî û Avnî Gurbuz hatibûn binçavkirin û girtin.    CEZA HATIBÛ BIRÎN    Îsmaîl Kaplan û Ahmet Kiliç jî di nav de derbarê 6 siyasetmedaran de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat lidarxistin. Dadgeha Rihayê ceza li 5 siyasetmedaran birîbû û dosyeya Ahmet Kiliç jî ji ber nexweş bû cihê kir.    DADGEHA BILIND BIRYARÊ XERA KIR    Dadgehê piştî ceza birî dewama girtina her 5 siyasetmedaran jî dabû. Parêzeran biryara dadgeha xwecihî ji bo temyizê birin Dadgeha Îstînafê û îstînafê ceza erê kir. Parêzeran vê carê biryarê veguhezand Dadgeha Bilind. Piştî lêkolînên hatin kirin Dadgeha Bilind cezayê li siyasetmedaran hatibû birîn, xera kir.    PIŞTÎ XERAKIRINA CEZA DANIŞÎNA EWIL    Piştî biryara xerakirina ceza danişîna ewil a dozê li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat lidarxistn. Mustafa Bayram, Leyla Akça, Mehmet Bînîcî û Avnî Gurbuz ji girtîgeha lê girtî ne bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn û parêzerên wan jî li danişînê amade bûn.    Siyasetmedaran parastina xwe kir û xwestin werin beraetkirin.    CEZA BIRÎ Û BERDA    Piştî biryara parêzeran şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir. Şandeya dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Mustafa Bayram 7 sal û 9 meh û 10 roj ceza, li Leyla Akça 7 sal û 8 meh ceza, li Avnî Gurbuz 7 sal û 5 meh û li Mehmet Bînîcî jî 7 sal û 6 meh û nîv ceza birî. Dadgehê girtina domdirêj a siyasetmedaran li ber çavan girt û derbarê her 4 siyasetmedaran de biryara tehliyeyê da.    DOZEK CIHÊ KIR DOZEK BETAL KIR    Şandeya dadgehê dosyeya Îsmaîl Kaplan ê negirtî tê darizandin ji bo parastina xwe bide cihê kir û biryar betalkirina doza derbarê Ahmet Kiliç ê ku wefat kir jî da