Mehmet Ocalan: Şûna ku li ser navê wî biaxivin bila bihêlin ew bi xwe biaxive 2022-01-27 13:37:52 RIHA - Birayê Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, Mehmet Ocalan diyar kir ku Erdogan li ser birayê wî siyasetê dike û wiha got: “Şûna ku li ser navê wî biaxivin bila bihêlin ew bi xwe biaxive, ya herî rast ev e. Ocalan dikare nêrînên xwe aşkere bike.” Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê tê ragirtin, 23 sal in berdewam dike. Ji Ocalan ê piştî di 25’ê Adara 2021’an de bi telefonê bi birayê xwe re axivî re, ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve parezerên wî agahiyê jê nagirin û serlêdanên ji bo hevdîtinê jî nayên bersivandin. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku di 12’ê Çileyê de di komcivîna partiya xwe de gotibû “Ew ê li Edîrneyê wê hesaba mezin bide yê li Îmraliyê” di bernameya televîzyonê ku duh şev tevlîbû de careke din têkildarî Ocalan nirxandin kirin. Erdogan ê têkildarî axaftinên beriya niha pirsên rojnamevanan bersivandin wiha got: “Esas divê mirov wê ji Ocalan pirs bike.”   Birayê Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, Mehmet Ocalan têkildarî gotinên Erdogan ên derbarê Ocalan de ji ajansa me re axivî. Mehmet Ocalan diyar kir ku li Îmraliyê hiqûq hatiye binpêkirin û xwest ku demildest malbat û parêzer hevdîtinê pêk bînin. Mehmet Ocalan, bertek nîşanî nirxandinên li ser navê birayê wî tên kirin dan û wiha got: “Bila bihêlin ew bi xwe biaxivive, Ocalan dikare fikrên xwe aşkere bike.”   MAFÊN QANÛNÎ HATIN XESPKIRIN   Mehmet Ocalan ê qala axaftinên Erdogan ên demên dawî kir û anî ziman ku şûna dê li ser navê birayê wî biaxivin, divê bi awayê hiqûqî bi malbat û parêzeran re hevdîtin pêk were û got: “Serokkomar siyasetê dike. Çi li wir diqewime em nizanin. Hemû têkiliyên me yên bi Îmraliyê re hatine qûtkirin. Li Girava Îmraliyê mafên qanûnî, demokratik hatine xespkirin, tune hatine hesibandin.”   DIVÊ MALBAT Û PARÊZER HEVDÎTINÊ BIKIN   Ocalan, destnîşan kir ku şirovekirina li ser kesekî ku dengê wî tê qûtkirin ne rast e û bi lêv kir ku daxwaza wan ewe ku hevdîtina bi malbat û parêzeran re pêk were. Ocalan, anî ziman ku hevdîtinên li Girava Îmraliyê bi hêceta şewba vîrûsa koronayê tên astengkirin û wiha berdewam kir: “Lê rastî cuda ne. Vê herkes jî dizane. Pirsgirêka hiqûqî ya Ocalan heye. Carek du caran wî bi xwe bi lêv kir ku beriya malbatan divê pirsgirêka hiqûqî bi parêzeran re were çareserkirin. Heke ser vê yekê were axaftin wê rast be. Ji tu tiştî agahiya me nîne. Agahiya me jê nîne ku dijî an na. Mafên Ocalan ên hiqûqî hene, divê pirsgirêka hiqûqî were çareserkirin. Heke ev neyê kirin di fermiyetê de tu nikarî tiştekî bikî. Ev ne pirsgirêkeke 5-10 deqîqeyan a hevdîtina malbatê ye. Divê ewilî parêzer pê re hevdîtinê bikin, pişt re malbat biaxivin. Ev mafê herî demokratîk e.”   QANÛN LI ÎMRALIYÊ DERBASDAR NÎNIN   Ocalan, diyar kir ku li Girava Îmraliyê qanûn nayên pêkanîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev qanûnên li vir hatine nivîsîn li wir derbas nab in. Vê yekê herkes dizane. Me çiqas bandor li vê yekê kir. Ji ber ku Ocalan ne kesayetek e, heza wî ya nûnertiyê heye. Me tiştek kir an nekir? Mijar ev e. Dewlet dibêje ez li vir tu mafan qebûl nakin. Dibêje qanûnên wan bi xwe nivîsîne li Girava Îmraliyê derbasdar nînin. Divê me weke gel tiştek kiribûya. Ocalan kesekî ku li Rojhilata Navîn giranahiya wî heye ye. Me çi kir?”   ‘OCALAN DIKARE FIKRÊN XWE AŞKERE BIKE’   Mehmet Ocalan, destnîşan kir ku ji bo Ocalan bikare fikrên xwe aşkere bike divê hevdîtin pêk werin û wiha pê de çû: “Şûna ku li ser navê wî biaxivin bila bihêlin ew bi xwe biaxive, ya herî rast eve. Ocalan dikare nêrînên xwe aşkere bike. Hevdîtina malbatê mirovî ye lê parêzeran hiqûqî ye. Heke bi rêya parêzeran hevdîtin pêk were, Ocalan dikare fikrên xwe aşkere bike. Lê ya herî bi tendurist ewe ku ew bi xwe biaxive.”   ‘BILA EWILÎ HEVDÎTINA PARÊZERAN PÊK WERE’   Mehmet Ocalan, bi lêv kir ku dixwazin bi birayê xwe re hevdîtinê bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em weke malbat dixwazin hevdîtinê bikin. Ev mafê me yê herî demokratîk û qanûnî ye. Em bi awayî hiqûqî jî dixwazin ewilî parêzer pê re hevdîtinê bikin.”    MA / Mujdat Can