DBP amadekarî dike ku li Stenbolê bi gel re bê gelhev 2022-01-27 13:18:14   STENBOL - Hevberdevkê Herêma Marmarayê yê DBP'ê Mûstafa Tekîk, diyar kir ku wê beriya kongreya xwe ya giştî li 3 herêmên Stenbolê bi gel bên gelhev û banga tevlîbûna van hevdîtin kir.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), di 27'ê sibatê de wê bi şîara "Niha Dema Azadiyê ye" 6'emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar bixe. Di çarçoveya kongreya ku starta wê li Amedê hat dayîn de wê DBP di 29'ê çileyê de li 3 herêmên Stenbolê hevdîtin gel pêk bîne. Hevdîtinên ku ji aliyê Buroya Şêwrê ya Marmarayê ya Navenda Giştî ya DBP'ê ve tên organîzekirin wê li avahiyên HDP'ê yên navçeyên Sancaktepe, Esenler û Bagcilarê bên kirin.    'WÊ KONGRE LEZEK BIDE KAMPANYA DEMA AZADIYÊ'   Hevberdevkê Herêma Marmarayê yê DBP'ê Mûstafa Tekîk, diyar kir ku di çarçoveya xebatên xwe yên amadekariya kongreyê de li Stenbolê bi rêxistinên sivîl û rêxistinên jin û ciwanan re gelek hevdîtin kirine û ev tişt got: "Armanc û hedefên me neguherîne. Bi civakeke birêxistinkirî wê xeyalê avakirina Kurdistan û Tirkiyeyeke adil, wekhev, azad û bêkedxwarî pêk bê. DBP û gelê me wê qadroyeke rêveber ku bi hêjayî vê bi cih bîne hilbijêre. Em ê bi kongreya xwe lezek bidin kampanya xwe ya 'Dem dema azadiyê ye'."   HEVDÎTINÊN GEL   Tekîk, destnîşan kir ku di çarçoveya xebatên xwe yên kongreyê de li Herêma Marmarayê xebatên mezin dikin û di vê çarçoveyê de hevdîtin gel pêk bînin û bang li gel kir ku tevlî hevdîtinên wan bibin.