Şaredariya qeyûm li xwe girt ku wesayîta wan li Dayan qelibiye 2022-01-27 13:10:47 ŞIRNEX - Şaredariya Cizîrê ya di bin rêveberiya qeyûm de li xwe girt ku wesayîta zirxî ya li Abdulgaffar Dayan qelibiye aydê wê ye.  Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 24’ê çile de maşîneya zirxî ya bi tîpa Ranger a aydî polîsên sivîl li Abdulgaffar Dayan ê 23 salî qelibîbû. Dayan ê li nexweşxaneyê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Şaredariya Cizîrê ya di bin rêveberiya qeyûm de daxuyaniyek belav kir û li xwe mikûr hat ku wesayîta zirxî li Dayan qelibiye aydê wê ye. Şaredariyê îdia kir ku wesayît ne ya zirxî ye û wesayîtek xizmetê ya bi tîpa pîqabê ye ku li Dayan qelibiye.    Piştî bûyerê hatibû îdiakirin ku wesayîta li Dayan qelibî ye aydî parêzvanên qeymeqam û qeyûmê Cizîrê Mehmet Tunç e.