Aydenîz: Hewldanên Erdogan berhewa ne, deriyan vekin bila Ocalan biaxive 2022-01-27 12:58:10 AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku hewldanên Erdogan ên derbarê Îmraliyê de berhewa ne û got: “Ji xeynî Ocalan kî diaxive bila biaxive, wê di nava xelkê de tu qîmeta wê tune be. Wê demê deriyan vekin bila Ocalan biaxive.”  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind di şertên tecrîda girankirî de tê ragirtin. 10 meh in agahî ji Ocalan nehatiye girtin. Ev bu du sê hefte ne Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan li ser Ocalan daixive. Erdogan ewilî di 12’ê çile de di komcivîna partiya xwe de axivîbû û gotibû, “Wê yê li Edîrneyê hesab bide yê li Îmraliyê.” Piştî vê daxuyaniyê Erdogan duh êvarê jî di bernameyek televîzyonê de derbarê Ocalan de axivîbû û gotibû, “Divê meriv wî ji Ocalan bipirse. Ocalan, ji ber van peyamên Demîrtaş ên di girtîgehê de dide, nerihet e.”    Ev daxuyaniyên Erdogan di nava siyaseta kurdî de bûn sedema nerazîbûnên mezin. Lewra 10 meh tevî hemû serlêdanên parêzeran û malbatê jî hevdîtin bi Ocalan re nayên kirin.    Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz ji ajansa me re axivî û daxuyaniyên Erdogan ên derbarê Ocalan de nirxand. Aydenîz diyar kir ku Erdogan di çarçoveya hilbijartinek pêşwext de van gotinan dike û dixwaze hişê xelkê li nava hev bixe.    ‘OCALAN RASTIYA WELAT E’    Aydenîz destnîşan kir ku navnîşana çareseriya tevahiya krîzan Ocalan e û wiha got: “Cihê çareserkirina pirsgirêkan Îmrali ye. Hem îqtidar, hem muxalefet û hem jî xelkê Tirkiyê vê yekê baş dizane. Ji ber vê yekê Erdogan radibe û rûdinê behsa Îmraliyê dike. Ev ji rêzê nîne. Ji bo demokratîkkirina Tirkiyê birêz Ocalan lîderek jêveneger e. Divê meriv viya pir bi zelalî bêje. A rast ji ber ku Ocalan rastiya welat e, Erdogan li ser wî diaxive.”    'DIXWAZE HIŞÊ XELKÊ LI HEV BIXE’    Aydenîz anî ziman ku polîtîkayên îqtidarê yên li hemberî gelê kurd û rêxistinên kurdan, welat aniye wê astê ku ber bi xerabûnê ve diçe û wiha got: “Ew jî baş dizanin ku cihek çareseriyê heye ku Îmrali ye. Îqtidar di demên dawî de bi van daxuyaniyên xwe dixwaze hişê xelkê li nava hev bixin. Erdogan dixwaze nakokiyê bixe navbera gelê kurd û siyaseta wê ya demokratîk. Lê belê gelê kurd pir baş birêz Ocalan nas dike. Lewma birêz Ocalan xeta sor a gelê kurd e.”    HESABÊN HILBIJARTINA PÊŞWEXT    Aydenîz destnîşan kir ku Tirkiye ketiye erefeya hilbijartina pêşwext û got: “Erdogan di çarçoveya amadekariyên hilbijartina pêşwext de bênavber Îmraliyê tîne ziman. Dixwaze di nava gelê kurd nakokiyek biafirîne. Erdogan jî baş dizane bêyî kurdan nikare bi ser bikeve û bibe îqtidar. Dizane ku rêya vê yekê jî li cem birêz Ocalan derbas dibe. Ji ber vê yekê navê Ocalan dibêje û dixwaze nakokiyek bi kar bîne. Lê wê ev nakokî neyê afirandin.    GOTINÊN WÎ BERHEWA NE    Ocalan bi tecrîdek girankirî re rûbirû maye. Ocalan nikare hevdîtinan bike û biaxive. Saziyên siyasî yên gelê kurd di hedefa polîtîkayên şerê taybet de ne. Em di serdemek wiha de derbas dibin. Wê gelê kurd guh nede van hewldanên Erdogan. Gelê kurd jî baş dizane ku ev daxuyaniyên Erdogan hesabên hilbijartinê ne. Erdogan dixwaze ji xwe re zemînek hilbijartinê amade bike. Lê van hewldanên Erdogan ên derbarê Ocalan de berhewa ne.”    ‘TECRÎDÊ RAKIN’    Aydenîz xwest tavilê deriyên Îmraliyê werin vekirin û wiha got: “Li gel birêz Ocalan hevdîtin nayên kirin. Wê demê hemin hûn diaxivin deriyên Îmraliyê vekin bila Ocalan biaxive. Divê êdî şert û mercên azad ji bo birêz Ocalan werin avakirin.”    MA / Ergîn Çaglar - Eylem Akdag