Tetikkêşê Komkujiya Konyayê di 2 mehan de 50 hezar TL xerc kiriye 2022-01-27 12:57:33 ENQERE - Derket holê ku kujer Mehmet Altûn ê ji malbata Dedeogûllari 7 kesan li ser hev kuştibû, di nav 2 mehan de çûye li bajarên mîna Enqere, Îzmîr, Bûrsa, Eskîşehîr, Stenbol, Antalya û Konyayê geriyaye û li otelên luks maye û 50 hezar TL xerc kiriye.  Kujer Mehmet Altûn, di 30'ê tîrmeha 2021'an de li navçeya Meram a Konyayê li dijî malbata Dedeogûllari êrişeke çekdarî pêk anîbû û 7 ferdên malbatê li ser hev kuştibû û ji cihê bûyerê reviyabû. Piştî çend rojan hatibûn binçavkirin û girtin. Di dosyaya kujer Altûn de agahiyên balkêş derketin holê. Li gorî van agahiyan; kujer Altûn di navbera 18'ê gulana 2021 û 18'ê tîrmeha 2021'an de li bajarên mîna Enqere, Îzmîr, Bûrsa, Eskîşehîr, Stenbol, Antalya û Konyayê geriyaye û li otelên luks maye. Di nav vî 2 mehî de kujer Altûn 50 hezar TL xerc kiriye.    Kujer Altûn herî zêde li Enqerê maye. Altûn, dema ku li Konyayê li 2 otelên cuda bi cih bûye bi 2 kesên ku cihê jidayikbûna wan Almanya ye re maye. Navê wan kesan Emre Ûzûn û Dogan Soylemez in.    Her wiha beriya komkujiyê çend rojan Altûn dîsa li Konyayê bi kesê navê Sefer Ohan Yilmaz re maye. Tê meraqkirin ku ev Sefer Ohan Yilmaz kî û çi têkiliya wî bi Altûn re heye.    MA / Zemo Aggoz