Li Mêrdînê wesayîta ku jinekê eciqand a Artêşa Tirk derket 2022-01-27 12:33:05   MÊRDÎN - Wesayîta ku di 11'ê çileyê de jina binavê Hazna Sû li navçeya Qoserê eciqand a Artêşa Tirk derket.   Wesayîta ku di 11'ê çileyê de jina bi navê Hazna Sû (52) li navçeya Qoserê ya Mêrdînê eciqand a Artêşa Tirk derket. Hat hînbûn ku wesayît girêdayî Artêşa Tirk li Sûriyeyê dixebite û ajokarê wê jî çawişekî pispor bûye. Piştî bûyerê rayedarên leşkerî ku sewqî cihê bûyerê hatibûn kirin, hewl dabûn ser cînayet û delîlan bigirin. Lê hat hînbûn ku ajokarê ku li ser daxuyaniya şahidan hatibûn binçavkirin û navê wî nehat aşkerakirin hatiye girtin.