‘Emîne Şenyaşar 325 roj in li dijî tundiyê li ber xwe dide’ 2022-01-27 12:27:26   RIHA - Malbata Şenyaşar a ku ji bo edaletê têdikoşe diyar kir ku dayikek 325 roj in li ber çavê her kesî li hemberî tundiyê li ber xwe dide û got: “Tundiya li hember jinan tundiya li hember mirovahiyê ye. Tavilê dawî liv ê tundiyê bînin.”    Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 325’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ji 9’ê Adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê edalatê dixwazin û lewma her roj çalakî li dar dixin. Emîne Şenyaşar ji ber nexweş bû nehat ber edliyê û li mala xwe ya li Pirsûsê nobeda xwe domand. Ferît Şenyaşar jî hat ber edliyê û wek her roj nobedê girt.    DAYIKEK LI BER XWE DIDE    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal hesabên Meclîsên Jinan, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Baskê Jinan a CHP’ê etîket kir û vê peyamê parve kir: “Gelek cûreyên tundiyê hene. Yek ji van jî ‘bêedaletî’ ye. Li Rihayê dayikek (Emîne Şenyaşar) 325 roj in li ber çavê her kesî li hemberî tundiyê li ber xwe dide. Tundiya li hember jinan tundiya li hember mirovahiyê ye. Tavilê dawî liv ê tundiyê bînin.”