‘Xwedî derketina li Ocalan, nikare were cezakirin’ 2022-01-27 12:11:23   EDENE - Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş, diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan ji bo Tirkiyeyê rastiyeke jêveneger e û wiha got: “Heke ciwan xwedî li Ocalan derkevin ev ne sûc e.”   Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di şertên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, hevdîtina wî ya bi malbat û parêzerên wî re tê astengkiriin. Kesên têkildarî Ocalan ê 10 meh in agahî jê nayên girtin dirûşmeyan berz dikin, ji ber bertek nîşanî tecrîdê didin tên darizandin û lêpirsîn derbarê wan de tên destpêkirin. Vê rewşê herî dawî xwe li 4’emîn Kongreya Asayî ya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê xwe nîşan da. Derbarê 6 kesên di kongreya 23’yê Çileyê de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berzkirin de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” lêpirsîn hat destpêkirin. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Karakiş ê bertek nîşanî lêpirsînê da, diyar kir ku dirûşmeya hatiye berzkirin nikare di çarçoveya sûc de were nirxandin û got: “Xwedî derketina ciwanan a Ocalan ne sûc e.”   SÛCÊ HIQÛQÊ   Karakiş, destnîşan kir ku Ocalan li Tirkiye û Rojhilata Navîn rastiyeke jeveneger e û wiha axivî: “Birêz Ocalan realiteyeke entelektuele, siyasî ye. Ji ber vê yekê Gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bi awayekî cidî xwedî li Ocalan derdikevin. Tecrîda li ser Ocalan tê pêkanîn li dijî hiqûqê ye. Li gorî makeqanûnê jî tecrîd li dijî hiqûqê ye. Ev esas sûcekî hiqûqê ye. Dewlet û merciyên darazê sûc dikin. Tirkiye bi awayekî fîîlî li dijî Ocalan sûc dike.”   GEL TÊ CEZAKIRIN   Karakiş, bi lêv kir ku bi tecrîda li Îmraliyê tenê Ocalan nayê tecrîdkirin û wiha berdewam kir: “Weke ku em bûne şahid dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ an jî ‘Apo Rêberê me ye’ rastiyekê derdixin holê. Ocalan, ji bo Tirkiyeyê realiteyeke jêveneger e. Hûn nikarin xwedî derketina gel ceza bikin. Demekê ji bo peyva birêz gelek kes hatin cezakirin lê pişt re gotina ‘Birêz’ di çarçoveya azadiya îfadeyê hat nirxandin. Tirkiye bi xwe bi xwe dikeve nava nakokiyekê. Ji aliyekê dibêje ‘Daliqandina posterên Ocalan serbest e’ li aliyekê dibêje ‘berzkirina dirûşmeyan azadiya îfadeyê ye’ li aliyekê jî zexteke zêde dikin.”   Karakiş, berdewama axaftina xwe de wiha got: “Heke mirovek bêje ‘Bijî Serok Apo’ divê yê li dijî wî bifikire û divê bi pirsen ‘Çima xwedî li Ocalan tê derketin’ , ‘Ocalan ji b ovan mirovan tê çi wateyê’ muhasebeyekê bike. Ocalan 20 salan zêdetir e li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye û ji sekna xwe tu tişt winda nekiriye. Berovajiyê wê xwedî derketineke zêde derketiye holê. Divê otorîteya siyasî û merciyên darazê vê bifikirin û muhasebeyekê bikin ku ev rewş wê heta ku derê biçe.”    ‘CIVAK TÊ TECRÎD KIRIN’   Karakiş, destnîşan kir ku tecrîdkirina kesekî ya li dijî hiqûqê di heman demê de tecrîdkiirina civakê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tu nikarî li gorÎ kesekî/ê pergala hiqûqê ava bikî. Lê niha di kesayeta Ocalan de civak bi xwe tê darizandin. Civak bi xwe tê tecrîdkirin. Ev li dijî normên hiqûqê ye.”   ‘DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN’   Karakiş, bi lêv kir ku weke HDP hesasiyeteke wan a cidî ji bo tecrîda li ser Ocalan heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me gelek caran got ku domandina tecrîda li ser Ocalan nayê qebûl kirin. Em çalakiyên xwe yên derbarê vê mijarê de bidomînin. Tecrîda mutleq a li ser Ocalan dijî Tirkiyeyê ye. Heke Tirkiye bixwaze bi awayekî aborî, civakî û siyasî pêşiya xwe bibine divê bi Îmraliyê re pêvajoyekê bide destpêkirin. Ji ber ku em dizanin ku dema hevdîtin di navbera dewlet û Îmraliyê, di navbera malbat, parêzer û Îmraliyê de çêdibin li Tirkiyeyê aramî zêde dibe. Lê dema ev têkilî qût dibin bêaramî zêde dibe. Tecrîd polîtîkaya şer e. Polîtîkaya kesên di şer de israr dikin e. Şer jî rant e. Em baş dizanin ku kî ji vê rantê sûd digire. Em dibêjin ku ev antî demokratik û li dijî mirovahiyê ye.”   MA / Selman Guzelyuz - Hamdûllah Yagiz Kesen