‘Girtîgehên tîpa S bi zîhniyeta Serdema Navîn hatine çêkirin’ 2022-01-27 09:58:53 ÎDIR – Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîp Eksîk da zanîn ku pergala girtîgehên tîpa S pergaleke nû ye ku bingeha xwe ji tecrîdê digire. Eksîk diyar kir ku ev girtîgeh bi zîhniyeta Serdema Navîn hatine çêkirin.    Li gorî rêjeya nifûsa Ewropayê, herî zêde li Tirkiyeyê girtî hene. Li gorî Îstatîstîkên Ceza ya 2020’an a Konseya Ewropayê, di hejmara girtiyan de Tirkiye di rêza ewil de ye. Li gorî daneyên Wezareta Edaletê ya 31’ê çileya 2021’an, li Tirkiyeyê 297 hezar û 726 girtî hene. Ji çileya 2022’yan ve li 383 girtîgehan 27 hezar 658 girtî tên girtin ku ev hejmar ji kapasîteya girtîgehan zêdetir e. Di demên dawî de girtîgehên tîpa S yên Antalya, Bodrum, Îdir, Manavgat û Samsunê jî li girtîgehên heyî hatin zêdekirin. Girtîgeha Tîpa S a Îdirê demekî kin berê hatibû çêkirin lê tevî vê jî yek ji girtîgehên herî zêde bi binpêkirina ketiye rojevê ev der e. Qawîşên vê girtîgehê ji odeyên yekkesî yan jî sêkesî pêk tên û girtî her tim bi kamerayan tên şopandin. Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan, li girtîgehê lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin, girtî bi awayekî sîstematîk tên derbkirin, girtî li erdê tên dirêjkirin û kelemçeyê ji pişt ve dixin destên wan.    LI GIRTIYAN DIXIN   Girtiyê bi navê Hogir Batu ku di 23’yê kanûna 2021’an de ji Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Amedê veguhestin Girtîgeha Tîpa S a Îdirê. Batu da zanîn ku lêgerîna tazî li wî hatiye ferzkirin û ji hêla gardiyanan ve hatiye derbkirin. Batu, ji bo protestokirina vê rewşê dest bi greva birçîbûnê kir û çalakiya wî 31 roj li pey xwe hişt. Her wiha hat zanîn ku girtiya nexweş Rûken Yildiz dema ji bo tedaviyê dibirin nexweşxaneyê, kelemçeyên wê dernexistin. Lewma jî Yildiz tedavî red kir û vegeriya girtîgehê.   ZÎHNIYETA SERDEMA NAVÎN    Têkildarî mijarê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îdirê Habîp Eksîk axivî û got ku derheqê mijarê de bi rêveberiya girtîgehê re axivî ye. Eksîk girtîgeh şiband qampê û wiha domand: “AKP’ê ev girtîgeh bi zîhniyeta Serdema Navîn ava kirine. Pergala tecrîdê li Îmraliyê hat destpêkirin û niha li tevahiya girtîgehan berbelav bûye. Hewceye hemû hêzên muxalefetê yên Tirkiyeyê li dijî vê pergala tecrîdê derkevin û ji vê pergalê re bibêjin êdî ‘bes e’.”    RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ   Parlamenter Eksîk destnîşan kir ku li girtîgeha tîpa S’yê 129 odeyên yekkesî hene û wiha pê de çû: “Li gelemperiya van odeyan cihê hewadariyê nîne. Girtî, li van odeyan bi tena serê xwe tên hiştin. Hefteyek berê min bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir. Min jê re got ku sepanên li girtîgehê, li dijî rêgezên heyî, yên CPT û navneteweyî ne. Li gorî qanûnên înfazê pir aşkera ye ku kîjan girtî dikarin li odeyên yekkesî bimînin. Me dît ku li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê bêyî ku cudahiyekî bixin navbera girtiyan, hemû kes xistine odeyên yekkesî. Gerînendeyê girtîgehê dibêje ku ev yek ne bi destê wî ye û li gorî biryara wezareta edaletê tevdigere. Her wiha sepanên wek lêgerîna tazî û hwd. jî red dike. Lê xuyaye ku AKP’ê ev plan ji berê de amade kiriye û dixwaze vê bêhiqûqiyê têxe meriyetê.”    ‘MÎNA KAMPÊN NAZIYAN E’    Eksîk daxuyand ku AKP bi polîtîkaya xwe hewl dide faşîzmê mayînde bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Civakê bi tirs û faşîzmê birêve dibe. Ji bo sepandina vê pergalê jî ji ewil li girtîgehan dikevin meriyetê. Lewma bi hemû hêza xwe hewl didin bi ser girtîgehan de biçin. Mîna li kampên Naziyan, her roj li girtîgehan agahiyên mirinê tên. Girtiyên nexweş ku ATK di rapora xwe de dibêje ‘dikare di girtîgehê de bimîne’, hefteyek nakeve navberê ku jiyana xwe ji dest didin. Em baş dizanin ku van biryaran bi zexta AKP-MHP’ê didin. Gelek kes niha li kolanan ji bo edaletê diqîrin. Banga min a ji bo gelê me jî ew e ku xwedî li van qêrînan derkevin. Her wiha hewce ye girtîgehên bi tîpa S bên girtin.”    MA / Dîndar Karataş