Ceyrana malbata ku bi meaşê astengdariyê debara xwe dike birîn 2022-01-27 09:09:41   RIHA - Li Wêranşarê malbata ku tekane dahata wê meaşê astengdariyê yê zarokekî wan e, ji ber deyn ceyrana wan hat qutkirin.    Li Taxa Şirnexê ya navçeya Wêranşar a Rihayê, malbata Kaya zor û zehmetiyê dikişîne. Ceryana malbatê ji ber 6 hezar deynê berê hat qutkirin. Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) 25 roj berê ji ber deyn ceryana malbatê birî. Malbata ku zarokekî wê astengdar 3 zarokên wê hene, ji bo xwe germ bike sobeya êzingan daniye. Her wiha malbat nikare êzingan jî bikire, niha tenê şaxên darên li ber mala xwe jê dike û xwe bi van şaxan germ dike.    ZAROKEKÎ WAN ASTENGDAR E   Li mala ku dîwarên wê û binbanê wê hindik mane xera bibin, du ode hene. Xanî di nav rutûbetê de ye û di ber pace û derîyan re jî bayê sar tê hundir.    Dayik Zeynep Kaya, anî ziman ku ji ber ku nikarin fatûreya ceryanê bidin 4 hefte ye ceryana wan hatiye birîn û got: "Kurekî min astengdar e. Em dermanên wî dikirin. Meaşê wî 650 TL ye. Xaniyê em tê de ne jî bi kirê ye. 4 meh in jî me heqê kirêya xwe nedaye. Ger ne ji soba êzingan bûna em ê perîşan bûbûna."    DARÊN LI BER MALÊ BIRÎN   Kaya, anî ziman ku ji ber ku nikarin êzingan bikirin ji neçarî darên li ber xanî dikesixînin û got: "Li mala me tu tişt jî tune ye. Hevjînê min car carinan diçe dawetan li bilûrê dixe. Ew jî 200 lîre bi dest wî dikeve. Jixwe tiştek jî bi wî perî nayê. Zarokên min jî di tarîtiyê de aciz dibin. Camên xaniyê me tune ne. Me ew bi kîsikan girtine. Em ji mecbûrî di vî xaniyî de dimînin."    Kaya, destnîşan kir ku pereyekî wan ê ku pê karibin meseleyên xwe çareser bikin tune ye û niha tenê bi meaşê astengdariyê yê kurê xwe debara xwe dikin û xwest alîkariya wan bê kirin.    MA / Mujdat Can