Daxuyaniya Erdogan a têkildarî Îmraliyê: Divê meriv wî ji Ocalan bipirse 2022-01-26 23:59:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Erdogan ku cara dudoyan têkildarî Ocalan de axivî, cardin Demîrtaş hedef girt û got: "Divê meriv wî Ocalan bipirse." Her wiha Erdogan di mijara Sezen Aksûyê de jî paş de gav avêt.    Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan, di bernameyeke telvîzyonê de pirsên rojnamevanan bersivandin.   Erdogan di axaftina xwe de têkildarî Sezen Aksûyê de jî axivî ku bi ji ber gotinên xwe yên stranekê hedef hatibû girtin. Erdogan, di mijara Aksûyê de paş de gav avêtin û got: "Di vir de rastiyek pir zelal heye. Muxataba xîtaba min a wê çaxê, ne Sezen Aksû bû. Sezen Aksû, navekî girîng ê muzîka tirkî ye, ser çava. Lê li hêla din jî wekî serokkomarekî vî welatî, gava gotin bê ser nirxên dînî yanî tiştên pîroz, ez destûr nadim. Ez ê zimanê te jê bikim, ne ji bo kesekê hatiye gotin, min wekî helwestekê bilêv kiribû."    OCALAN Û PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ   Erdogan, têkildarî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di Girtîgeha Îmraliyê de bi awayekî giran tê tecrîdkirin û pêvajoya çareseriyê de jî axivî. Erdogan, parast ku Ocalan ji ber peyamên Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş nerihet dibe.    Erdogan ev tişt gotin: "A rast divê meriv wî ji Abdullah Ocalan bipirse. Ocalan, ji ber van peyamên Demîrtaş ên di girtîgehê de dide, nerihet e. Ev rastiyek e. Sozên serokê terorîstan ê HDP'ê bînîn bîra xwe, digot em ê peykerên Ocalan çêbikin. Lê mêze bikin bê çi qas aşkere pişta xwe didin rêxistina terorê. Kesên dibêjin 'em pişta xwe didin van deran' bînin bîra xwe. Ma ne ev bûn ku digotin 'Em ê FETO'yiyan berdin.' Ma ne CHP ye? Bi îzna xwedê û feraseta miletê me dê tiştek bi vî awayî pêk neyê. Ji vê xanimê weye dê serekê terorîstan bê berdan. Em bê tawiz li dijî terorê têdikoşin, lê bêbextiyên vê xanimê ne siyaset in, derew in. Çavên wan hene nabînin, guhên wan hene nabihîsin. A li hesabê xanimê tê sozên wê yên ji bo HDP'ê ne. Ji xeynî xapandinê tu tiştî nakin."    Erdogan berê jî gotibû "Dê yê li Edîrneyê, hesab bide yê li Îmraliyê." Ev gotinên Erdogan ên têkildarî Ocalan ku 23 sal in di Girtîgeha Îmraliyê de bi awayekî giran tê tecrîdkirin, di siyaseta kurdî de bûbû cihê bertekên mezin. Gava Demîrtaş jî daxilî nav mijarê hatibû kirin, siyasetmedarên kurd bang kiribûn û gotibûn, "Nexwe deriyên Îmraliyê vekin bila Ocalan baixive."