Dayanê ku wesayîta zirxî lê qelibî hat definkirin 2022-01-26 19:46:16   ŞIRNEX - Abdûlgaffar Dayanê ku wesayîta zirxî lê qelibî û jiyana xwe ji dest da, hat definkirin.    Li navçeya Cizîr a Şirnexê di 24'ê Çileyê de Abdulgaffar Dayanê 23 salî gava li ser pira berê ya Cizîr (Kolana Yafesê) diçû dersxaneyê, wesayîta zirxî ya Ranger a polîsan lê qelibî. Dayan îro li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.    Piştî karên otopsiyê yên li nexweşxaneyê rêxistina HDP'ê ya navçeyê û hevalên Dayan ên dibistanê jî di nav de gelek kesan cenazeyê Dayan anîn Goristana Asrî ya Cizîrê. Cenazeyê Dayan bi lewbandina zêmaran hat definkirin.   Dê taziyeya malbata Dayan li Mizgefta Haci Çagli ya li Taxa Konakê bê danîn.