Aydenîz bertek nîşanî avêtina ser DBP'ê da: Ên dixwazin birûxînin ew bi xwe dirûxin 2022-01-26 19:00:54   AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, têkildarî serdegirtina avahiya DBP'a Amedê de got: "Ev êriş jî nîşan didin ku îqtidar hatiye asta qedandinê. Ên dixwazin birûxînin, ew bi xwe dirûxin."    Polîsan serê sibehê avêtin ser avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir têkildarî avêtina ser avahiyê daxuyanî dan. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Remziye Tosûn û Dersim Dag jî tevli daxuyaniyê bûn.    Cîgirê Hevserokatiya DBP'a Amedê Mehmet Alî Altinkaynak, diyar kir ku di avêtina ser avahiyê de her derê avahiya wan hatiye sehîkirin û rojname û kovarên rojane û mehane hatine desteserkirin. Altinkaynak, bilêv kir ku wêneyên xebatkarên partiyê yên jiyana xwe ji dest dane jî hatine desteserkirin û got: "Ev êriş îflaskirina îqtidara heyî nîşan dide. Em vê êrişê wekî hewldaneke qedandina siyaseta kurdî dinirîxin û şermezar dikin."    'HATINE ASTA QEDANDINÊ'   Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, êrişên li ser partiya wan wekî "Berdewama dijminatiya AKP-MHP'ê ya li hemberî kurdan" şîrove kir. Aydenîz, bilêv kir ku kurd bi her awayî bi êrişan re rû bi rû ne û got: "Bi heman awayî êrişê dibin ser rêxistinên kurdan jî. Em vê wekî operasyoneke siyasî şîrove dikin. Lê belê ev êriş nîşan didin ku îqtidar hatiye asta qedandinê. Lewma van êrişan dike. Siyaseta kurd, di siyaseta dmeokratîk de israr dike. Lê îqtidar jî di şer û pevçûnan de israr dikin. Di rojeva wan de tenê asîmlekirina kurdan û tasfiyekirina siyaseta kurdî heye. Îqtidarên berê çawa nikaribûn bi ser bikevin, dê ev îqtidar jî nikaribe bi ser bikeve."    'ÊN DIXWAZIN BIRÛXÎNIN DIRÛXIN'   Aydenîz, destnîşan kir ku kesên dixwazin kurdan bi "plana rûxandinê" birîxînin ew bi xwe hatine asta rûxandinê û ev êriş têkildarî kongreya wan a ku dê di nêz de bikin. Aydenîz got: "Xebatên me yên kongreyê bênavber didomiyan. Dîtin nikarin xebatên me asteng bikin. Lê niha bi vê avêtina ser avahiyê re dixwazin peyamekê bidin me. LÊ ev peyam dike ku em hîn bêtir bixebitin û ji bo azadiya kurdan bitêkoşin. Nikarin biçin nava gel. Di destê wan de tenê êriş mane. Tenê ji êrişan fêm dikin. Ji azadî û welheviyê tiştekî fêm nakin."