Mazlûm Ebdî: Li Hesekê serketina Kobanê hat dubarekirin 2022-01-26 18:06:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî ku têkildarî 7'emîn salvegera azadkirina Kobanê de daxuyanî da, anî ziman ku QSD li Hesekê serketina Kobanê dubare kir.    Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal têkildarî 7'emîn salvegera Kobanê de daxuyanî da.    Ebdî, di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: "Di ser rizgarkirina Kobanê de ku destpêka têkşikandina DAIŞ'ê bû, 7 sal derbas bûn. Niha hêzên me li Hesekê DAIŞ'ê têk şikandin û bi pûçkirina planên alîgirên DAIŞ'ê dîroka serketinê dubare dikin. Ji Arînê heya Away 7 sal in sedemên gefên DAIŞ'ê didomin. Ji bo bidawîkirina DAIŞ'ê îstiqrareke aborî û siyasî û pesendkirineke navneteweyî divê."