Malbatên di Nobeta Edaletê de: Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin 2022-01-26 16:57:04   AMED/WAN - Malbatên girtiyan ên li Amed û Wanê nobetên xwe yên edaletê didomînin bi gotina “Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin” banga piştevaniyê kirin.    Çalakiyên malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Amed û Wanê dane destpêkirin berdewam dikin. Nobeta Edaletê ya li Baroya Amedê hatiye destpêkirin di roja 72’yemîn de ye. Hevjîna girtiyê nexweş Siddik Guler, Hasîne Guler, diyar kir ku hevjînê wê ji ber dermankirinê xistine karantînayê û wiha got: “Êdî bes e, bila girtiyên nexweş bên berdan. Bila ji girtîgehan darbest dernekevin.”   ZILM ZÊDE BÛ   Yek ji xizma girtiyan Încî Guler jî xwest ku girtî bên berdan û wiha axivî: “Em ji vir rûniştine û vir ve, zilma li ser zarokên me zêde bûye. Banga me li herkesê ye; vê zilmê bi dawî bikin. Bila çareseriyek were afirandin, bila cenazeyên zarokên me ji girtîgehan dernekevin. Em jî bi zarokên xwe re dimirin. Çawa ku kes naxwaze zarokên wan bimirin, em jî naxwazin zarokên me bimirin.”   WAN DI ROJA 47’EMÎN DE YE   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan li Baroya Wanê dane destpêkirin jî di roja 47’emîn de ye. Nobeta îro dayika girtiyê nexweş Rojhat Aydin ê li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê tê ragirtin, Hame Aydin û dayika girtî Nazmî Aydin ê 6 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê ragirtin, Zelîha Aydin (64) domand. Meclîsa Dayikên Aştiyê îro serdana malbatan kir.    BANGA PIŞTEVANIYÊ    Dayik Zelîha Aydin bi lêv kir ku 47 roj in bi daxwaza edaletê di nobetê de ne û wiha got: “Girtiyên me di girtîgehan de dimirin, darbestan jî nadin. Em ji bo edaletê li vir in. Em zilmê qebûl nakin.” Aydin, bertek nîşanî pêkanîna ser girtîyan da û wiha axivî: “Ji ber ku kurd in zext li wan tê kirin. Divê civak xwedî li girtiyan derkeve. Divê gel ji xewê şiyar be. Ji bo çareseriyek were dîtin em di nobetê de ne. Divê civak jî ji daxwaza me ya edaletê re deng bide.”   BILA CENAZE DERNEKEVIN   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hatice Akdogan jî destnîşan kir ku divê dayik bi hev re têbikoşin û wiha got: “Çi bikeve ser milê me em amade ne ku bikin. Ji girtîgehan cenazeyên girtiyan derdikevin. Em naxwazin êdî ji girtîgehan cenazeyên girtiyan derkevin. Em êdî edalet û aştiyê dixwazin.”