Ciwanê ku maşîneya zirxî lêdabû jiyana xwe ji dest da 2022-01-26 16:56:16   ŞIRNEX - Li Cizîrê ciwanê bi navê Abdulgaffar Dayan ku polîsan ew birîndar kiribû, jiyana xwe ji dest da.    Polîsan di 24’ê çile de li taxa Yafesê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, bi maşîneya zirxî Abdûlgaffar Dayan ê 23 salî birîndar kir. Şahidên bûyerê derbarê bûyerê de gotin, "Piştî qezayê bi dehan maşîneyên zirxî hatin cihê bûyerê. Maşîna zirxî Dayan bi qasî 50 metreyî bi erdê re kaş kir. Ciwan bi qasî 40 deqeyî li cihê xwe hat hiştin.    Dayan ku bi birîndarî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê jiyana xwe ji dest da. Malbata Dayan û rêvberên HDP’ê ji bo cenaze bigirin, çûn nexweşxaneyê. Tê payîn ku piştî malbat cenaze werbigire li Goristana Cizîrê dê were veşartin.