Rêveberiya Xweser: Berxwedana Kobanê hêvî da mirovahiyê 2022-01-26 16:42:37   NAVENDA NÛÇEYAN – Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi munasebeta 7’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê daxuyaniyek da. Rêveberiya Xweser rizgarkirina Kobanê wek destanek pênase kir û diyar kir ku rizgarkirina Kobanê ji bo têkbirina DAIŞ’ê hêviyek da mirovahiyê.    Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi munasebeta 7’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê daxuyaniyeke nivîskî da. Rêveberiya Xweser diyar kir ku DAIŞ niha jî hewl dide bi piştgiriya hinek dewletên herêmî dîsa bikeve nava hewldanên tolhildanê.    Di berdewamê de Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku berxwedana li hemberî DAIŞ’ê berxwedaneke ji rêzê nebû û wiha domand: “Ji bo parastina Sûriye û cîhanê ya ji rêxistina DAIŞ’ê, berxwedana Kobanê rolekî girîng lîst. Rizgarkirina Kobanê di 26’ê çileya 2015’an de bû destpêka tunebûna DAIŞ’ê, rê li ber serkeftinên mezin vekir û berxwedana Kobanê bû destanek. Ev destan bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû bingehek, gel xwe parast û heta di 23’yê Adara 2019’an de DAIŞ di hêla leşkerî de tune bûyî jî berdewam kir.”   ‘SERKEFTINA KOBANÊ BO CÎHANÊ BÛ MÎRASEK’   Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku Tirkiye alîkariyê dide komên terorê û wiha domand: “Lewma ji bo hemû gelan xetere ye. Serkeftina Kobanê ji bo cîhanê û mirovahiyê bû mîrasek û projeya dagirkirinê ya dewleta Tirk asteng kir ku desteka DAIŞ’ê kiribû bingeha wê projeyê. Vîna li Kobanê derketî ji bo tunekirina DAIŞ’ê bû hêviyek. Lewma Koalîsyona Navneteweyî mudaxele kir û 1’ê Mijdarê wek Roja Kobanê ya Cîhanê hat qebûlkirin.”   ‘BIBIN ŞOPDARÊN XETA BERXWEDANÊ’   Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Piştgiriya dewleta Tirk a bo terorê, li ser destkeftiyan xetere ye. Lewma divê helwestên xurt bên nîşandan û sûcên wê bên teşhîrkirin. Bi dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî re mirûzê DAIŞ’ê xweş kir. Ji bo bi dawîkirina terorê, rizgarkirina Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê girîng e. Banga me ya bo gelê me ew e ku bibin şopdarên xeta berxwedanê ya Kobanê, Efrîn û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ji ber ku ev mîrasa dîrokî, rêya serkeftinê, avakirina civaka demokratîk û aramiya li Sûriyeyê ye.”