Zimanê kurdî hebûna kurda ye, zimanê xwe hilbijêrin 2022-01-26 16:17:04 Mêrdîn - Nûnertiya Platforma Zimanê Kurdî (PZK) ya Mêrdînê derbarê dersên bijarte de daxuyaniyek da û bal kişand ser perwerdeya zimanê zikmakî û xwest dersên bijarte divê wek destketiyekê bên dîtin. Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê ji bo serdema perwerdê ya di 2022-2023'yan de dîroka serlêdana dersên bijarte ji 3 çileyê dabû destpêkirin û dê serlêdan heya 7'ê sibatê bên kirin. Di nava van dersên bijarte de zaravayên zimanê kurdî yên kurmancî û kirmanckî jî hene.   ARMANC PERWERDEYA BI KURDÎ YE LÊ...   PZK'a Mêrdînê bal kişand ser perwerdeya bi zimanê zikmakî û wiha pê de çû: “Her çiqas armanca me ew be ku tevahiya perwerdeyê bi kurdî bê dayîn jî lê di halê hazir de dersa bijarte ya kurdî divê em wek gavekî pêşîn binirxînin û wek destkeftiyekî bibînin. Hilbijartina dersa kurdî helwestekî li hemberî ziman e.”   HELWEST DERIYAN DIDE VEKIRIN   Di daxuyaniya xwe de PZK'a Mêrdînê xwest ku ev dersên bijarte divê wekî destkeftiyek bên nirxandin û daxuyanî wiha dom kir: “Heke ku Kurd vê derfeta heyî baş bi kar bînin dê di pêşerojê de rê li ber perwerdeya zimanê dayikê veke. Di vê mijarê de çend astengiyan derxînin jî divê dayik û bav xwedî li zimanê Kurdî derkevin."   DESTKEFTIYEK E   Di berdewamiya daxuyaniyê de platform li ser girîngiya xwedîderketina destkeftiya dersa bijarte sekinî û wiha berdewam kir: "Bi demê re wê hewcedariya hejmara mamosteyên zimanê kurdî zêde bibe û zanîngeh jî mecbûrin li gorî vê rastiyê mamosteyên kurdî bigihînin. Mamosteyên kurdî yên heyî jî bi vê sedemê dê bibin xwedî kar. Ji bo xurtkirina perwerdeya bi zimanê kurdî ev yek dibe destkeftiyeke mezin.”   “BI KURDÎ BIJÎN”   PZK'ê bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li zimanê kurdî û daxuyaniya xwe wiha xelas kir: “Divê zimanê kurdî bi her awayî bê parastin. Gelî kurdan! Li mala xwe, li kolanan û li bazaran bi kurdî bi axivin. Siyasetê bi kurdî bikin!”