Doza endezyar Cîhan Can ê hat kuştin taloq bû 2022-01-26 16:10:06   AMED - Danişîna doza polîs Hakan A. ê otobusê li Cîhan Can qelibî û wî kuşt hat taloqkirin. Midûriyeta polîsan diyar kiriye ku dîmenên kameraya otobusê tune ne.    Li Amedê di 27’ê kanûna 2019’an de polîs Hakan A. otobusa biçûk li endezyar Cîhan Can qelibandibû û ew di cih de kuştibû. Ji sûcê “kuştina biqisûr” doz derbarê polîs de hat vekirin. Danişîna 6’emîn a dozê li 11’emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Amedê hat lidarxistin. Ji bo polîs di navbera 2 û 6 salan de ceza tê xwestin. Polîs beşdarî danişînê nebû û parêzerê wî û parêzerê malbata Can û ferdên malbatê beşdarî danişînê bûn.    Serokê dadgehê diyar kir ku dîmenên aydî otobusê ku ji Midûriyeta Polîsan a Amedê xwestine lê midûriyetê diyar kiriye ku dîmenên aydî kêliya bûyerê tune ye. Parêzerê malbatê bertek nîşanî bersiva midûriyetê da.    Dadgehê ji bo rapora derbarê bûyerê de were amadekirin û ji Saziya Tiba Edlî re were şandin danişînek din taloqî 18’ê gulanê kir.