DÎB: Pêdivî bi Tifaqa Demokrasiyê heye 2022-01-26 16:09:44   STENBOL - DÎB’ê diyar kir ku hatina gelhev a 8 partiyan a bi banga HDP’ê hêviyê dide û wiha got: “Pêdivî bi Tifaqeqe Demokrasiyê ya ji daxwazên guhertin û veguhertinê yên gel re bibe bersiv heye.”   Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) têkildarî hatina gelhev a 8 partiyên çepgir û sosyalîst a bi banga Partiya Demokratîk a Gel (HDP) daxuyanî da.    DÎB’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hatina gelhev a 8 partiyan a bi banga HDP’ê hêviyê dide û destnîşan kir ku vebijêrkên heyî li dijî qeyrana mezin nabin çareserî û hêviyê nadin. DÎB’ê da zanîn ku pêdivî bi Tifaqeqe Demokrasiyê ya ji daxwazên guhertin û veguhertinê yên gel re bibe bersiv heye û wiha got: “Ji felaketê ne pekane ku bi dawî kirina pergala yek zilamî û qesrê, xelas bibin.”