Ji ber ku ranta erd aşkera kir ji 301'an doz lê hat vekirin 2022-01-26 16:09:16   AMED - Ji ber ku derbarê erdê rêya bejahî ku dihat xwestin ji rantê re bê vekirin de daxuyanî da Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajar a Amedê ya TMMOB'ê derket pêşberî dadger.   Miduriyeta 9'emîn Herêma Rêya Bejahî, ji bo lê Mizgefta Navendî û Kulliye lê bê lêkirin di sala 2013'an de 28 donim erdê xwe yê li navenda Amedê ji Serokatiya Karên Diyanetê re terxan kir. Piştre jî xwest erdên xwe yên mayî ji lêkirina avahiyan re vebike. Li dijî vê di 14'ê tîrmeha 2020'an de ji aliyê TMMOB'ê ve li pêşiya Rêya Bejahî daxuyanî hat dayîn. Ji ber daxuyanîya ku Sekreterê Lijneya Koordînasyona Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran (TMMOB) a Bajar a Amedê Dogan Hatûn li vir da derbarê wî de ji xala 301'an a Qanûna Ceza ya Tirk (TCK) doz hat vekirin.    JI BO PIŞGIRIYÊ HATIN   Doznameya dozê kuhat amdekirin pêşkêşî 8'emîn Dadgeha Ceza ya Esliyeyê ya Amedê hat kirin. Ji ber ku Dogan karmendê dewletê ye heyeta dadgehê ji  Wezareta Edaletê destûra peyketinê xwest. Piştî ku wezaretê destûr da darizandina Dogan dest pê kir. Dogan û parêzerê xwe Şîlan Çelîk bi hev re li danişînê amade bûn. Serokê dadgehê destûr neda ku rojnameger dozê bişopînin. Di danişînê de Hatûn sûcdariyên li dijî xwe red kir û daxwaza beraeta xwe kir.    Parêzer Şîlan Çelîk jî ji bo ku parastineke bi hûrgulî bike daxwaza demê kir. Heyeta dadgehê daxwazê qebûl kir û danişînê taloqî 25'ê nîsanê kir.