Lêgerîna li avahiya DBP’ê piştî 7 saetan bi dawî bû 2022-01-26 15:47:59   AMED - Serdegirtina polîsan a li ser avahiya Rêxistina DBP’a Amedê 7 saetan berdewam kir û polîsan di lêgerînê de gelek materyal desteser kirin.    Di çarçoveya lêpirsîna bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve tê birêvirin de, polîsan li navçeya Rezan a Amedê, bi ser avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajêr a Amedê de girtin. Polisan li avahiya DBP'ê ku dorpêç kiribûn de 7 saetan lêgerîn pêk anî. Serdegirtina ji saet 08.10’an dest pê kir bi dawî bû. Polîsan di serdegirtinê de kelûpelên li avahiyê belav kirin û dest danîn ser alên Tevgera Jinên Azad (TJA), hin kovar, pirtûk û rojnameyan û hard dîskên computeran.