Danişîna Doza Endama Akademiya Jinan Aras taloq bû 2022-01-26 14:50:03   AMED - Danişîna Doza Endama Akademiya Jinan Fîgen Aras ku berdayî dihat darizandin taloq bû.   Duyemîn danişîna doza ku Endama Akademiya Jinan Fîgen Aras bi angaşta "endamtiya rêxistinê" jê tê darizandin, li 10'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Aras, bi parêzerên xwe tevlî danişînê bû û sûcdariya li xwe red kir û daxwaz kir ku bê beraetkirin. Dozger û parêzeran jî xwestin ku kêmasiyên di dozê de bên derbaskirin. Heyeta dadgehê daxwaza dozger û parêzeran qebûl kir û danişînê taloqî 17'ê gulanê kir.