Ji ÎHD’a Stenbolê rapora 3 mehan: 3 hezar û 118 binpêkirin qewimîne 2022-01-26 14:48:29 STENBOL - ÎHD’a Stenbolê rapora 3 mehan a binpêkirina mafan a 20 girtîgehan belav kir û diyar kir ku tecrîd girantir bûye û 3 hezar û 118 binpêkirinên mafan qewimîne.  Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê derbarê 20 girtîgehên li Herêma Marmamarayê de raporek binpêkirina mafan a sê mehan amade kir. Rapor aydî mehên cotmeh, mijdar û kanûna 2021’an e û ji 65 rûpelan pêk tê. Komîsyonê raporê li avahiya ÎHD’ê eşkere kir. Binpêkirinên qewimîne bi rêya faks, name, malbat û parêzerên girtiyan hatine ragihandin, bi rêya telefonê an jî rasterast çûne komeleyê serlêdan kirine hatine berhevkirin û tespîtkirin.    LI 20 GIRTÎGEHAN BINPÊKIRINÊN QEWIMÎNE    Rapor ji binpêkirinên li girtîgehên Îmraliyê, Sîlîvrî, Tekîrdag Jimarên 1 û 2’yan, Edîrne Tîpa F, Kandira Tîpa F, Bakirkoy a Jinan, Bandirmaya Balikesîrê Jimara 1’an a Tîpa T, Maltepe Jimara 2’yan a Tîpa L, Gebze Tîpa M, Şakran a Jinan, Wan Tîpa F, Metrîs Tîpa T, Bolû Tîpa F, Kayserî ya Jinan, Kurkçulera Edeneyê ya Tîpa F, Kocalieyê Jimara 1’an a Tîpa T, Riha Jimara 2’yan a Tîpa T, Şakran a Nû Jimara Tîpa T, Umraniye Tîpa E û Seydîşehîra Konyayê pêk tê.    Di raporê de binpêkirinên wek îşkence, muameleya xerab, astengkirina mafê tenduristiyê, ragihandinê, xwarinê, avê, lixwenêrîn, rêgeza înfaza wekheviyê cih digirin. Binpêkirinan bi şiklê tabloyan cih girt û li ser navê Komîsyonê, parêzer Jiyan Tosûn, Ummuhan Kaya û Davut Arslan raporê xwendin.    DI 3 MEHAN DE 3 HEZAR Û 118 BINPÊKIRIN    Di raporê de hat gotin herî zêde serlêdanên binpêkirinên li Girtîgeha Sîlîvriyê û Girtîgeha Tekîrdagê cih digirin û herî zêde jî di meha mijdarê de serlêdan hatiye kirin. Di raporê de hat diyarkirin ku bi giştî 89 serlêdan hatine kirin û ji van serlêdanan 76 jê aydî girtiyên siyasî ne û gelek binpêkirin hatin tespîtkirin. Li gorî raporê di meha cotmehê de 32 serlêdan hatine kirin û hezar û 100 binpêkirin, di meha mijdarê de 33 serlêdan hatine kirin û hezar û 368 binpêkirin, di meha kanûnê de 24 serlêdan hatine kirin û 750 binpêkirinan cih girtiye. Bi giştî 2 hezar û 540 binpêkirin hatine tespîtkirin. Her wiha binpêkirinên bi riya çapemeniyê jî 278 binpêkirin hatine tespîtkirin. Komîsyonê di raporê de ragihand ku bi riya serlêdan û çapemeniyê bi giştî 3 hezar û 118 binpêkirin tespît kirine. Ji van binpêkirinan 8 jê jî binpêkirina jiyanê ye.    ÎŞKENCE HATIYE KIRIN    Li gorî raporê herî zêde binpêkirina îşkence, lêdan û muameleya xerab, lêferzkirina nasnameya “terorê”, cezayên lêpirsînê û şermezarkirina bi sedemên kêfî û sewqên bi darê zorê cih qewimîne. Li gorî vê yekê herî kêm 85 kes bi darê zorê ji girtîgehan hatin sewqî girtîgehên din hatin kirin. Her wiha îşkence li 50 kesan hatiye sepandin û derbarê 126 kesan de cezayê şermezarkirinê an jî lêpirsîn hat destpêkirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku tercrîda li girtîgehan girantir bûye û girtî bi zextên giran re rûbirû ne.