Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan nobedê digire 2022-01-26 14:47:50   NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Hesekê, li bajêr qedexeya derketina derve hat ragihandin. Xelkê bajêr jî ji bo alîkariya bi hêzên ewlekariyê re dest bi girtina nobedan kir.     Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî êrişa DAIŞ’ê ya li ser bajarê Hesekê, Rêveberiya Xweser li bajêr qedexeya derketina derve ragihand. Xelkê bajêr jî ji bo piştgiriya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn re di danê şevê de dest bi girtina nobedan kir. Kesên beşdarî nobedan dibin xwedî çekên birûxset in.    Bi destpêkirina êrişa DAIŞ’ê ya li ser Hesekê re di navbera hêzên ewlekariyê û DAIŞ’iyan de pevçûn dest pê kiribûn. Li hêlekî operasyonên hêzên ewlekariyê berdewam in û li hêla din jî Rêveberiya Xweser ragihand ku dê li seranserî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketina derve ya qismî bixin meriyetê.