Gergerlîoglu: Li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê îşkence li hin kesan hat kirin 2022-01-26 14:24:57   ENQERE - Hat diyarkirin ku li Miduriyeta Polîsan a Enqereyê îşkence li hin kesan hatiye kirin. Parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû, bi lêv kir ku divê midûriyet demildest daxuyaniyekê bide.    Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, îdiayên îşkenceyê yên li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê birin rojeva Meclîsê. Gergerlîoglû, diyar kir ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya bi îdiaya “Ji nû ve xwerêxistinkirina FETO/PDY’yê” bi rê ve dibir de kesê bi navê O.C. di bin îşkence û zextên giran de navên nêzî 300 kesan daye, li ser vê yekê lêpirsîn hatiye berfirehkirin û polîsan li gelek bajaran operasyon bir ser navên di beyana îtîrafkar de derbas dibin.   Li gorî agahiyên me bi dest xistin, kesên ku tê îdiakirin îşkence dîtine, ji 17’ê Çileyê ve li TEM’a Enqereyê di bin çavan de tên ragirtin. Hat hînbûn ku ji 4 kesên di bin çavan de bi 2’yan re hevdîtin hatiye kirin û gotinên Gergerlîoglû yên têkildarî îşkenceyê de pişt rast kirine. Hat diyarkirin ku zext li kesên îşkence li wan kirine, hatiye kirin ku navan nedin.    ‘MIDURIYETA ENQEREYÊ CIHEKÎ BISABIQA YE’   Gergerlîoglû yê têkildarî îdiayan ji ajansa me re axivî, da zanîn ku hejmara zelal a kesên di bin çavan de nizanin û wiha got: “Heke îdiayên cidî yên îşkenceyê hebin ji bo kesek jî be girîng e. Miduriyeta Enqereyê ji bo me ji xwe cihekî bisabiqa ye. Têkildarî îşkenceyê gelek îdia hatibûn kirin, me gelek caran pêşniyazpirs dabûn. Lê bersiv nehatin dayîn. Herî dawî Baroya Enqereyê serdanek kiribû û îşkence kiribûn rapor.”   ‘4 KES DI BIN ÇAVAN DE NE’   Gergerlîoglû, bi lêv kir ku parêzerên ji Navênda Mafên Mirovan a Baroya Enqereyê jî bi kesên di bin çavan de hevdîtin kirine û wiha berdewam kirin: “Agahî hatin ku 4 kes di bin çavan de ne û li 2 kesan îşkence hatiye kirin û mûameleyeke xerab li wan kirine. Agahiya ku heta niha ji me re hatiye ev e. Vegotine ku wan tazî kirine û bi ava şid îşkence li wan kirine û bi xistina şûşeyan a makata wan gef li wan xwarine.”   ‘EM NAELIMIN’   Gergerlîoglû, destnîşan kir ku îşkence sûcê mirovahiyê ye û wiha axivî: “Em li benda daxuyaniyê ne. Divê Miduriyeta Polîsan a Enqereyê û Wezareta Karên Hundir derbarê vê mijdarê de demildest daxuyaniyê bidin. Desthilat gelek carin dibêje ‘piçikek îşkence jî nîne’. Lê heye û berdewam dike. Em tarzên îşkenceyê yên giran her roj dibînin. Bersivnedayîna pêşniyazpirsên me têkildarî îşkenceyên din dan, bêfikarî ye. Rewşeke bêfikariyê heye û em jî bi awayekî hesas diçin ser. Em na elimin. Em difikirin ku qet nebe erkeke van hewldanên me yên ku îşkenceyan rawestînin heye.”    MA / Zemo Aggoz