Malbata Şenyaşar: Kesên ji zilmê re bêdeng bimînin wê winda bikin 2022-01-26 13:41:47   RIHA - Malbata Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê didomîne, ev peyam parve kir: "Kesên ji zilmê re bêdeng bimînin wê winda bikin."   Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê ku di 9'ê adara 2021'an de hatibû destpêkirin di roja 324'an de berdewam dike. Ferît Şenyaşar dema ku ji bo nobetê ji mala xwe ya Pirsûsê hat Rihayê, wesayîta wan li nêzî herêma pîşesaziya organîze xera bû. Ferît Şenyaşar wesayîta xwe kişand pîşesaziyê û bi wesayîteke din hat ber Edliyeya Rihayê û dest bi nobetê kir.    Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya sanal jî ev parvekirin kir: "324 roj in em diqîrin, wê ev edalet kîngê bê? Kesên ji zilmê re bêdeng bimînin wê winda bikin."