Di roja azadkirina Kobanê de derbeyeke din li DAIŞ'ê hat xistin 2022-01-26 13:41:21 HESEKÊ - Di salvegera azadkirina Kobanê de, bi sedan DAIŞ'iyên ku li 3 avahiyên girtîgeha berê ya li Hesekê hatibûn dorpêçkirin, xwe radest kirin.    Di salvegera azadkirina Kobanê de, di operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya li dijî Girtîgeha Sînaayê ya Hesekê de bi sedan DAIŞ'iyên ku li 3 avahiyên girtîgehêhatibûn dorpêçkirin, xwe radest kirin. Di operasyonê de DAIŞ'iyên dîl hatin girtin bi awayekî kom ji qorîdora ku hat vekirin derketin derve. Heta niha di nav DAIŞ'iyên ku weke 10 koman xwe radest kirine de çeçen, rûs, ozbek, ewropî û welatiyên gelek welatan hene.    Operasyon didome û DAIŞ'iyên ku xwe radest dikin sewqî girtîgehên din tên kirin.    MA / Nazim Daştan