Kontrola edlî ya rojnameger Şahîn nehat rakirin 2022-01-26 13:39:46   AMED – Danişîna doza rojnameger Hatîce Şahîn ku di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de tê darizandin îro pêk hat. Şandeya dadgehê biryar da ku şertê kontrola edlî berdewam bike.    Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Hatîce Şahîn di 18’ê Cotmeha sala 2018’an de di çarçoveya lêpirsîna li ser Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) de hatibû binçavkirin û piştre jî hatibû berdan. Şahîn bi ‘endamtiya rêxistinê’ tê darizandin û 7’emîn danişîna wê îro li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Şahîn beşdarî danişînê nebû lê parêzerê wê Resûl Temûr di danişînê de amade bû.   Dadgehê da zanîn ku Midûriyeta Ewlehkariyê ya Amedê delîlên heyî ji dadgehê re şandine, Şaxa Midûriyeta TEM’ê mînakeke îfadeya şahid Derya Aslan ji dadgehê re şandiye û Derya Aslan jî ‘mafê neaxaftinê’ bi kar aniye. Dadgehê diyar kir ku muzekkereya ji bo Gurbetellî Ersoz ji Midûriyeta Ewlekariyê ya Amedê re şandibûn hatiye bersivandin, ev nivîs hatine wergerandin û ji wan re hatine şandin.    Dozger jî ji şandeya dadgehê xwest ku muzekkereya derheqê Derya Aslan de bê sekinandin û şertê kontrola edlî ya rojnameger Hatîce Şahîn berdewam bike.   Şandeya dadgehê daxwazên dozger qebûl kir û danişîn taloqî 18’ê Nîsanê kir.