ROJEVA 24'E SIBATA 2018'AN 2018-02-24 09:00:44 * Esnafên bazarê yên semta Taxa Uzundera Îzmîrê diyar kirin ku şer aboriyê welat têk dibe û wiha gotin: “Mirov bi şev birçî radikevin. Çi karê Tirkiyeyê li Efrînê heye? Pirsgirêka ku divê ewil bê çareserkirin, krîza aborî ye.”  * Li Girtîgeha Şakranê, li du girtiyên ku ji ber çewisandinên li girtîgehê şermezar kirin, 5 sal ceza li wan birîn. Bi îdiaya ku girtiyan "Zirar dane malê cemaweriyê" ceza li wan birîn û hat diyarkirin ku girtîgeh bi 792 lîre û 45 qurişan xesar dîtiye.    * Lêkolînên ku li ser Efrînê hatine kirin bi sînor bin jî, me dibe heta ser şopên serdema neolotik. Li vir neandartalên şikeftên herî kevn ên Şikefta Du Derî, Eyn Dara ku wekî Strargeha Îştarê tê zanîn û TSK'ê ew bombe kiribû, Cindirêse ya bandora çanda Til Xalaf li ser heye û Nebî Horî mohra gelek şaristanan heye.   * Kurê Hafîfe Temel Hasan Temel bi salan dayika xwe ji şideta bavê xwe Ahmet Temel parast, lê pêşî li kuştina dayika xwe negirt, behsa şeva bûyerê kir. Temel aşkera kir ku dayika wî bi saetan birîndar maye û wiha got: "Ji bo dayika bijî, min jiyan û ciwantiya xwe feda kir; lê min pêşî li kuştina wê negirt."   *  Dozgerê dît ku parêzer Ezgî Çakir di rêze de ye û miwekîlê xwe bibîne, ji parêzerê re got ku "Der barê te de lêpirsîn heye. Hûn nikarin bikevin îfadeyê." Her çendî Çakir aşkera kir ku tiştek wisa tune, dadgerê înfazê bi bayê bezê daxwaz qebûl kir, der barê Çakir de qedexe derxist.   * Prof. Dr. Neşe Ozgen, diyar kir ku kurdên li Tirkiyeyê, kesên dixwînin, dinvîsin û mirovên hêjahî, her roj dildariya wan a welat qut dibe û ev tişt got: "Wekî ku welat rûxandina xwe dibîne. Divê li dijî vê zimanekê nû yê ku kelecan û xeyalên jiyanî diafirîne bê avakirin."   * Xebatkarên DÎTAM'ê Dîlan Kaya û Rûşen Yakut, bal kişandin ser hevdîtina DÎTAM'ê ya bi 500 malbatên Sûrê re û aşkera kirin ku malbatan di mijara konûtan de li hev nekirine û sedema herî mezin jî wekî vegera Sûrê pênase kirin.   *  Koma Şanoyê ya Çêverê Asmêni, ji bo zimanê xwe yê kirmanckî yê dinava zaravayîn windabûyî de biparêzin, di lîstikên şanoyan de didin jiyîn. Endamê komê û lîstikvan Velî Kîşîoglu, diyar kir ku xezîneyeke her zimanî û çandeke wê ya hezarî salan heye.   * Komxebata herêmî ya der barê Rêxistinên Civaka Sivîl a pêvajoya aştiya civakî de, dê li Otela Demirê pêk bê. (10.00)    * ÎHD û xizmên windayan dê bi dirûşma "Bila faîl bên darizandin û winda bên dîtin" di hefteya 472'yan de li Avahiya Şaxa ÎHD'a Amedê de daxuyaniyê bidin. ( 12.00 )   * Dayikên Şemiyê dê di hefteya 674'an de li Qada Galatasarayê çalakiyê pêk bînin. (12.00)    * Çalakiya her hefte li ÎHD'a Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş berbest bên berdan tê lidarxistin, dê di hefteya 421'an de bê lidarxistin. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 309'an de li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" yê pêk bîne. (13.30)   * Xebatkarên TV 10'a bi KHK'ê hat girtin, ji bo televîzyona wan bê vekirin dê di hefteya 73'yan de li Qada Galatasarayê çalakiyê pêk bînin. (14.00)   * Dê bi beşdariya wekîla HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştai û parêzer Şukran Ozturk, ji bo balê bikişînin ser pekanîna cilên yek tîp dê li avahiya HDP'a Îzmîrê panelekê li dar bixin. (14.00)    * Di pêşengiya Platforma Antîkapîtalîstan de berî 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, dê li Salona Civînê ya Cezayîrê bên gel hev. (15.00)