HSD'ê endamên DAIŞ'ê di nava 3 avahiyan de dorpêç kir 2022-01-26 13:14:15 HESEKÊ - Operasyona ku HSD'ê li girtîgeha Sînaayê li dijî DAIŞ'e dabû destpêkirin, didome. Hat zanîn ku endamên DAIŞ'ê di nav 3 avahiyên girtîgeha kevn de hatine dorpêçkirin.    Li Hesekê di 20'ê çile de endamên DAIŞ'ê li Girtîgeha Sînaayê êriş pêk anîbûn û hewl dabûn birevin. Tê gotin endamên DAIŞ'ê li bajarên Serêkanî û Girê Sipî yên di bin kontrola Tirkiyê de ne, hatine perwerdekirin û çek ji bo wan hatine şandin. Êrişa ku ji 150 endamên DAIŞ'ê pêk dihat, ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve hat sekinandin û pûç kirin.    Operasyona ku HSD'ê li dijî DAIŞ’ê daye destpêkirin û di roja 6'emîn de didome. Hat zanîn ku 8 avahiyên girtîgeha nû tev hatine rizgarkirin û li girtîgaha berê endameên DAIŞ'ê di 3 avahiyên de hatine dorpêçkirin.   Hêzên HSD'ê ragihandin ku di girtîgaha kevn de hinek DAIŞ’iyên ku hatine dorpêçkirin dê teslîm bibin. Hat zanîn ku di encama operasyona ku HSD’ê daye destpêkirin de heya niha 550 DAIŞ’î teslîm hatine girtin û gelek ji wan jî hatine kuştin.