Waliyê Rihayê di 2 mehan de çima 7 caran çû Serêkaniyê û Girê Spî? 2022-01-26 12:52:22 RIHA - Tê gotin êrişa DAIŞ’ê ya li Hesekê li Serêkaniyê û Girê Spî ku di bin kontrola Tirkiyê de ne hatiye plansazkirin. Waliyê Rihayê Abdullah Erîn di 2 mehên dawî de 7 caran çû Serêkaniyê û Girê Spî. Suleyman Soylu jî bi waliyên Riha, Dîlok, Hatay û Kilîsê re civînên cuda li dar xistiye.  Berdevkê Çapemeniya YPG’ê Siyabend Elî eşkere kir ku DAIŞ’ê êrişa li Hesekê 6 meh berê li Serêkaniyê û Girê Spî yên di bin kontrola Tirkiyê de hatiye amadekirin. Elî ji ajansa me re axivî û agahiyên ku êriş li wan her du bajaran hatiye amadekirin da û got: “Ev plan li Serêkaniyê û Girê Spî hatine kirin ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne. Bi hêzekî zêdetirî 120 kesan êriş kirin. Serêkaniyê niha bûye hêlîna perwerdekirina DAIŞ’ê.”    WALIYÊ RIHAYÊ DI 2 MEHAN DE 7 SERDANAN KIRIYE    Li ser daxuyaniya Siyabend Elî awir zivirîn ser serdanên Waliyê Rihayê Abdullah Erîn ên ji bo bajarê Serêkaniyê û Girê Spî. Walî Erîn di 2 mehên dawî de bi hêcetên cuda 7 caran serdana her du bajaran kiriye. Vê serdana walî pirsa ku ev serdan jî parçeyek van êrişan e tîne bîra mirovan. Fermandarê Kolordiya 7’emîn a Rihayê û berpirsiyarên leşkeriya li bajêr jî li gel walî çûbûn wan her du bajaran.    Herî dawî walî Erîn di 14’ê çile de çû Girê Spî. Walî di 2’yê çile de jî çûbû Serêkaniyê. Hat gotin Erîn di bin navê “alîkarî, kontrol û xizmetê” de serdanan kiriye.    Ji wan hin serdanên walî wiha ne:    * Erîn û Fermandar û berpirsiyarên leşkeriyê di 27’ê kanûna 2021’an de çûn Serêkaniyê.    * Erîn û rayedarên leşkerî di 23’ê kanûna 2021’an de di bin navê “hevdîtina gel” de çûn Girê Spî.    * Erîn di 17’ê kanûna 2021’an de di  bin navê “hevdîtina gel” de çû Serêkaniyê.    * Erîn û şandeya pê re di 16’ê kanûna 2021’an de çûn Serêkaniyê.    * Erîn di 2’ê kanûna 2021’an de di bin navê “serdana esnafan” de çû Girê Spî.    SOYLU SÊ CIVÎNAN LI DAR XISTIYE   Li gel van serdanên walî Erîn ên ji bo bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sê civînên cuda yên nêzî wan serdanan jî hatin kirin. Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu bi waliyên Riha, Hatay, Dîlok û Kilîsê re di bin navê “Civînên Hêza Wezîfeya Sûriyê” civînan li dar xist. Herî dawî Soylu bi waliyê van bajaran re civîna vîdeokonferansê li dar xist. Bi serokatiya Soylu di 19’ê kanûna 2021’an de waliyê van çar bajaran li Kilîsê civiyan. Heman waliyan di 14’ê kanûna 2021’an de jî civîna vîdeokonferansê li dar xistin.    HULUSÎ AKAR JÎ PEYAM DABÛ    Wezîrê Parastinê Hulusî Akar derbarê îdiayên êrişên li dijî leşkerên Tirkiyê di 11’ê çile de daxuyanî dabû û gotibû: “Van êrişên li derveyî sînorên me bi plankirî tên kirin, tehamula me nehiştiye. Wê operasyonên me yên cezakirinê bi tundî û tempoyî berdewam bikin.”