Ozturk: Erdogan sûcên mezin kir, ew ê hesab bide 2022-01-26 10:25:23 AMED - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk diyar kir ku daxuyaniya "Dê hesab bidin Îmraliyê" ya Erdogan "bêcîdiyetî" ye û got: "Erdogan sûcên mezin kirin. Ew ê hesab bide gelê kurd û gelên Tirkiyê." Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk mijarên di rojevê de ji ajansa me re nirxand. Ozturk bal kişand ser daxuyaniya “Wê yê li Edîrneyê hesab bide yê li Îmraliyê” ya Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan û şerê li Hesekê û her wiha hatina ba hev a 8 partiyan ji bo tifaqa demokrasiyê.    Hevserok Berdan Ozturk da zanîn ku êrişên DAIŞ’ê yên li Hesekê dest pê kirin bêagahiya Tirkiyê pêk nehatine û Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ji bo êrişa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê destûrê wernegirtiye û vê carê jî bi destê DAIŞ’ê dixwaze li herêmê tevlîheviyê biafirîne.    Ozturk anî ziman ku êrişa DAIŞ’ê ya li Hesekê berdewamiya polîtîkayên dijmantiya Erdogan a li dijî kurdan e û got: “Erdogan jî û şirîkê wî yê biçûk jî sûcên mezin kirin, xelasiya wan nîne.”    Hevpeyvîna me ya li gel Ozturk wiha ye:   Em ji Hesekê dest pê bikin. Gelo li pişt êrişa DAIŞ’ê ya li Hesekê çi hene?    Divê ev êriş weke bêyî agahî û alîkariya Tirkiyeyê neyên nirxandin. Demeke dirêje hikûmeta AKP'ê û MHP'ê ya faşîst alîkariyê didin çeteyan. Di demeke nêz de Efrîn ji aliyê van çeteyan ve hat dagirkirin. Li gel vê dagirkiriyê zilmeke gelek mezin li ser gelê me kirin. Dema em hem li daxuyaniyên Erdogan hem jî li helwesta wî dinêrin, dibînin ku dixwaze li wir aloziyekî derbixîne. Dixwaze bi piştgiriya xwe şaneyên razayî yên DAIŞ’ê ji nû ve şiyar bike. Bi destê DAIŞ'ê dixwaze ku li herêmê pêşiya şereke nû veke.Bi vî rêbazî armanc dikin ku DAIŞ'ê dîsa zindî bikin. Ev êriş bêyî agahiya Tirkiyeyê pêk nehat. Dixwazin statuya ku gelê li Rojava bi dest xistiye ji holê rakin.Ji roja ewil heta niha yê ku li hemberî vê disekinî Tirkiye bû. Ji ber wê jî niha armanca wan tunekirina wê pergalê ye. Ê ku Efrîn û Grêspî jî dagikirin Tirkiye bi xwe bû. Îro Rusya û Amerîka destûr nade wan. Ew li hemberî wê çi dikin?Bi riya DAIŞ'ê dixwazin plan û armancên xwe pêk bînin.   Gelo li pişt planan tenê Tirkiye heye?  Tirkiye bi DAIŞ'ê dixwaze herêmê têk bibe. Li gel vê çeteyên DAIŞ'ê wê dîsa bi hêz bibin. Bi hezaran kes girtine lê wan xwestin ku girtîgehê de derbixin. Armanca wan ev bû.  Ji berê heta roja me ya îro têkiliyên Netewên Yekbûyî bi wan re çêbûye. Efrîn û Girê Spî bi destûra Rusya û Amerîka hate dagirkirin. Lê gelê me yê li wir bi hêza xwe ya heyî bi bedelên giran ev deskeftiye bi dest xistin. Nêzikatiya Netewên Yekbûyî ya li hemberî gelê Kurd ji roja ewil heta roja me ya îro em baş dizanin. Ji bo berjewendiyên xwe pirsgirêkên li  çar perçeyên Kurdistanê bikar tîne. Lê îro vekirî ne Rusyayê û ne jî Emrikî destûr da Tirkiyeyê. Bi Biden re jî hevdîtinek pêk anîn. Dîsa piştî Bîden bi Putîn re hevdîtinek pêk anîn. Lêbelê ev hewledanên wan encam negirt. Ew tiştê ku wan dixwest çênebû. Niha jî amadekariyên xwe dikin ku topyekun êrişî Rojava bikin. Lê belê ev pêk nehat. Bi rojanin Rêveberiya Rojava û Rojhilatê Suriyeyê bangawaziyan dike û alîkariyê dixwaze. Tirkiye bi DAIŞ'ê dixwaze herêmê têk bibe. Li gel vê çeteyên DAIŞ'ê wê dîsa bi hêz bibin. Bi hezaran kes girtine lê wan xwestin ku girtîgehê de derbixin. Armanca wan ev bû. Heger ev çeteye di girtîgehê de derketin wê çi bibe? Wê dîsa çekên xwe bigirin û însanan bikujin. Ev bêyî agahiya Netewên Yekbûyî pêk nayê. Raste rast rê nedan Tirkiyeyê. Lê belê Tirkiyeyê bi şêwazeke din erîş kir.   Roja ku DAIŞ’ê dest bi êrişan kir, Tirkiye jî bi awayek hemwext li dijî Şengalê û Til Temir êrişên hewayî pêk anî. Operasyona li dijî deverên Başûrê Kurdistanê berdewam dike, Şengal û Mexmûr her tim bi êrişan re rûbirû ye. Gelo li gorî we armanca van êrişan çi ye?   Pirsgirêka Tirkiyeyê ya herî mezin bi kurdan re ye. Kurdan weke dijmin dibîne. Bi van êrişên xwe ev yeke careke din îlan kir. Me heya niha li Rojava tişteke ku zirarê bide Tirkiyeyê an jî Tirkiyeye ber bi xeteriyê ve bibe nedîtiye. Lêbelê ji ber ku dewleta Tirkiyeyê li ser dijminahiyê hatiye avakirin, êrişên bi rengî pêk tîne. Ne tenê li Rojavayê Kurdistanê di heman demê de 7 salin li Bakurê Kurdistanê jî polîtîkayên li dijberî hiqûqê pêk anîn. Li Rojavayê Kurdistanê bi deh hezaran kes şehîd ketin û bedelên giran statûya Rojava hat bidesxistin. Gelê me yê Rojava li hemberî Tirkiyeyê şer nekir. Li hemberî çeteyên ku prensîbên mirovahiyê binpê kiribûn şer kirin û serkeftin. Tirkiye vê naxwaze. Wan bi xwe gotin, 'Me li Başûrê Kurdistanê şaşitiyeke mezin kir,lê em vê şaşitiyê li Rojava nakin. Em nahêlin ku kurd li wir bibin xwedî statû' Bi salane bi van gotin û kirinan êriş dikin. Lê tu caran negihiştine armanca xwe. Çimkî gelê kurd biryara xwe daye. Bi vê biryardariya xwe jî tekoşîna xwe didin meşandin. Ev biryareke bi rûmet e. Ev 2 tiştan dide pêşiya me. Dibêjin, 'Yan hûn dê ji me re xulamtiyê bikin, yan jî ez ê we qetil bikim û di holê de rabikim'. Em jî ji wan re dibêjin ne em ji we re xulamtiyê dikin û ne jî ew hêza we heye ku hûn me tune bikin. Em rûmeta xwe diparêzin. Biryara gelê kurd ev e û ev biryar wê heta dawiyê jî bidome.    Bi rojane daxuyaniya “Îmrali wê hesabi bipirse” ya Erdogan tê nîqaşkirin. Bi rojane rewşa Îmraliyê tê axaftin. Hûn vê daxuyaniya Erdogan çawa dinirxînin? Ji ber wê sucdarên herî mezin desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Mafê ku wan daye birêz Ocalan qedexe dikin. Di şexsê birêz Ocalan de xwestin ku têkoşîna azadiya gelê kurd tune bikin. Em çawa dixwazin dê were wê qonaxê.  Ji sala 2015'an vir ve tecrîda ku herî zêde dide meşandin ev hikûmeta AKP’ê ye. Ev daxuyaniya ku Erdogan dayî jî daxuyaniyeke ku cidiyeta wê tune ye. Ji aliyê siyasî, hiqûqî û exlaqî ve daxuyaniyeke pûç e. Hûn ê mirovekî ewqas salan di bin tecrîdê de bihêlin, ji aliyekî ve jî  mafê wî yê herî însanî ya hevdîtina bi malbat û parêzeran qedexe bikin û pişt re jî wê rabin vê daxuyaniyê bidin. We bi girankirina tecrîda li ser birêz Ocalan şer da destpêkirin. Yê ku maseya Dolmabahçeyê hilweşand û daxuyaniyên di pêvajoya muzakereyê de hatin dayîn de qebûl nekir Erdogan e. Yê ku digot pirsgirêka kurd hebe em ê çareser bikin û pişt re got, ‘pirsgirêka kurd tune ye’ û herî dawî jî got,  ‘hebe jî em ê çareser bikin’ Erdogan e. Erdogan pragmatîst nêzik dibe. Lê belê pirsgirêka kurd bi polîtîkayên rojane û nêzikatiyeke pragmatîst çareser nabe. Heke kesek hebe ku gel hesab jê bipirse, ew jî pergala Erdogan e. Yê ku ev şer da destpêkirin û li her çar perçeyên Kurdistanê belav kiriye ev pergale bi xwe ye. Heta ku ev şerê xwe heta Lîbyayê û Behra Spî belav kiriye ew in. Gelê Tirkiyeyê tev dibînin û dijîn. Ji ber wê sucdarên herî mezin desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Mafê ku wan daye birêz Ocalan qedexe dikin. Di şexsê birêz Ocalan de xwestin ku têkoşîna azadiya gelê kurd tune bikin. Em çawa dixwazin dê were wê qonaxê.    Birêz Ocalan li hemberî hêzên emperyalîst berxwedaneke bêhempa da. Ev berxwedana li Îmraliyê ji wan re bû bersiv. Di gotinên birêz Ocalan de şer tune ye. Pirsgirêka gelê kurd wê çawa çareser bibe? Wê bi muzakare û diyalogê çareser bibe. Hûn çiqas di şer de israr jî bikin cîhê ku hûn li dora wê bizivirin mase ye. Ji xeynî diyalogê çareserî tune ye. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê pirsgirêkên li Tirkiyeyê jî jî çareser nebin. Di heman demê de wê pirsgirêka mafê mirovan, ciwanan, jinan û hawirdorê jî çareser bibe. Em dibêjin ên ku hesab bidin îqtidar bi xwe ye. Di serî de gelê kurd û pişt re jî ew ê hesabê bidin tevahiya gelên Tirkiyeyê. Ji bo ku azadiya gelê me zûtirîn were û Tirkiyeke demokratîk ava bibe em alîkariyê didin têkoşîna demokrasiyê û azadiyê. Hevalên me hemû kedeke pîroz didin. Em ji bo tevahiya gelê kurd têkoşînê didin meşandin. Em bi biryardarin û her hevaleke me jî di nava têkoşînê de cihê xwe girtiye. Heger rewşa heyî wiha berdewam bike, rojên tarî li pêşiya Tirkiyeyê ne. Di girtîgehan de û qadan de em dev ji têkoşîna xwe bernadin.Îro yê ku li ser piyan maye gelê me ye. Ji bo parastina rûmeta gelê kurd çi fedekarî pêwîst be em ê bikin. Gelê ku em qal dikin zilmeke mezin dîtiye û mafdare ku îro têkoşîna azadiyê bide. Em deyndarên gelê xwe ne. Yê ku tenê bi gotinekî vî şerî bide sekinandinê Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan e. Birêz Ocalan di fikr û pratîkên xwe heman tiştî nîşan dide. Em dema ku îro lê dinêrin di pergalan de xetimandineke mezin heye. Kesê ku herî zêde ji vê bi bandor dibe jî Rusya û Ukrayna ne. Îxtîmal heye ku şereke nû bidin destpêkirin heye. Çimkî xetimiye. Lê alternatîfên wê hene. Ne gel bila hevdû qetil bikin û ne bîr û baweriyên cuda bên tunekirinê. Ji xeynî her tiştekî di serî de em mirov in. Em dikarin çawa bi hev re jiyan bikin. Rê û rêbazê vê birêz Ocalan vedibêje. Ji ber wê bila Erdogan bi hesabên biçûk xwe nexapîne. Ji xwe dengên wî û MHP'ê jî roj bi roj dihelin. Hesabên rizgarkirina desthilatdariya xwe dikin. Bi vê hişmendiyê gav diavêje.    Dibêje ku wê Ocalan hesab bipirse… Wê hesab ji kê were pirsîn?     Ji dîrokê heta roja me ya îro çiqas desthilatdarên zilmkar me dîtibin jî, tu desthilatdarên ku evqasî zilm kirî nehatiye dîtin. Ji bo ku pêşiya Tirkiyeyê bê vekirin rê û rêbazên çareserkirina pirsgirêka kurd divê bikevin dewrê. Çareserî jî birêz Ocalan e.  Çareya wan a yekane pêkanîna qanûnê, rakirina tecrîdê û başkirina şert û mercên ku birêz Ocalan dikaribe bir ola xe rabibe ye. Îro sedema vî şerî tecrîd e. Şer bi Îmraliyê dane destpêkirinê. Ji ber wê çareserî ne polîtîkayên pûç û qirêj in. Têkoşîna me ji ku dest pê kir û heta ku hat? Lê te ji ku dest pê kir û tu hatî ku? Tu niha ber bi xelasbûnê ve diçî. Tu bi van polîtîyan nikarî xwe xelas bikî. Ev ji Tirkiyeyê re ne çareseriye. Ji bo ku pêşiya van aloziyan bê girtin, di serî de pêwîste ku pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Ev jî bi gotina birêz Ocalan wê çareser bibe. Yê ku di şer, talanê û qirkirinê û tunekirinê de israr dike ev hişmendî ye. Ji dîrokê heta roja me ya îro çiqas desthilatdarên zilmkar me dîtibin jî, tu desthilatdarên ku evqasî zilm kirî nehatiye dîtin. Ji bo ku pêşiya Tirkiyeyê bê vekirin rê û rêbazên çareserkirina pirsgirêka kurd divê bikevin dewrê. Çareserî jî birêz Ocalan e. Ew kesên ku digotin bi girankirina tecrîdê wê pêşiyê li têkoşînê bigirin şaş bûn. Çimkî gelê kurd bi dirûşmeyên xwe yên azadiyê daket kolanan. Tecrîd çare nîne. Ew paradîgmaya ku birêz Ocalan pêşniyaz kiriye her kurdek li gorî wê têkoşîn dide. Gelê me dizane ku çima tecrîdê giran dikin.   Vê daxuyaniya Erdogan gelek hat nîşqaşkirin, axaftin û wisa xuya dike ku wê hêj were axaftin…    Em dema ku dibêjin Erdogan qediya û xelas em ne tenê ji bo hilbijartinê dibêjin. Di 7 salan de her êrişeke xwe li her devereke Tirkiyeyê zêde kir. Ev êriş heta niha jî berdewam dikin. Em dizanin ku ew çawa nêzî hêzên muxalîf dibin. Bi binçavkirin û girtinê gef li wan dixwin. Dixwazin bitirsînin. Li gorî berjewendiyên xwe Tirkiyeyê rêve dibin. Lê pirsgirêka kurd ew nêçar hiştin. Têkoşîna gelê me ew anîne asta têkçûyinê. Gelên Tirkiyeyê ne tenê di aliyê aborî de, di aliyê azadî û demokrasiyê de jî aloziyeke mezin dikişîne. Bi sekna gelê me û gelên demokrasîxwaz ev encam hat bidestxistin. Ne tenê di hilbijartinan de, ji bo têkçûyina dîktatoran qad jî meşru ne. Li hemberî pergala faşîzan cihê ku mirov bibe bersiv qad in. Pêwîste ku mirov nêrazîbûnên xwe nîşan bide. Hilbijartin girîng e. Lê demokrasî ne tenê hilbijartin e. Ji ber wê tifaqên bi vî rengî girîng in. Tifaqek çênebûye. Lê hevdîtinên bi vî rengî pêwîst in. Ev di heman demê de ji hemû gelê Tirkiyeyê re dibe moral. Ji ber wê jî ne tenê bi hevdîtinan bi şêwazên cuda jî em dikarin berfirehtir bikin. Pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka kurd û HDP'ê ye, pirsgirêka tevahiya Tirkiyeyê. Her ferdeke ku li Tirkiyeye dijî ji vê pergala otorîter berpirsyar e. Yan wê aliyê faşîzmê de cih bigirin, yan jî wê xeta demokrasiyê xurtir bikin. Dema ku em bêalî bimînin nema ye. Hemû gel û bawerî li hemberî hevdû disekinin. Ji bo wê niha 2 enî hene. Yek cepheya faşîzmê ye, yek jî ya demokrasiyê ye. Êdî dema bêbiryar mayînê derbas bû. Li hemberî faşîzmê pêwîste ku em mil bidin milê hev û tebikoşin. Ji ber wê ev gav girîng in. Ev ne tenê ji bo berjewendiyên gelê kurd ji bo berjewendiyên tevahiya gelên Tirkiyeyê ye.   Li ser banga HDP’ê 8 partî hatin cem hev. KCD vê hatina ba heva van partiyan çawa dinirxîne?   Xelasbûna Tirkiyeyê riya sêyemîn e. Îro li Tirkiyeyê tişta ku tê dîtin qeyrana pergalê ye. Pergala ku dewlet niha dide meşandin divê bê guherandin. Ji ber wê em dibêjin demokrasî û azadî. Ev pergala faşîzan û yekperest demokrasiyê pêk nayîne. Bîrdoziyeke wan heye ew jî li ser tunekirina gelan e. Divê di serî ev bê guhertin. Îro vê pergalê kî temsîl dike? AKP û MHP. Em tevahî jî dibînin ku Tirkiye anîne kîjan astê. Mesele ne AKP û MHP ye. Sibê hilbijartin çêbibe û AKP û MHP biçin wê partiyeke din bê û ew jî bi heman pergalê birêve bibe. Lê ev ne çare ye. Hêza dewletê bi xwe jî nema ye. Ji ber wê yekê riya sêyêmin xelasbûna Tirkiyeyê ye. Divê her sazî û partiyek jî wisa nêz bibe. Îro riya ku AKP û MHP dide pêşiya me diyar e. Riya duyemîn jî xwe diyar kiriye. Çareserî riya sêyemîn e. Xurtkirina riya sêyemîn wê encamgirtinê leztir bike.    MA / Ozgur Paksoy