Polisan li Qoserê 6 kes binçav kirin 2022-01-26 10:13:44   MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê, polisan bi ser malan de girt û herî kêm 6 kes binçav kirin.    Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatiye destpêkirin de di saetên serê sibehê de polisan li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi ser malan de girtin. Di lêgerînên ku malan hatin kirin de amûr ji hev hatine belavkirin. Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin; Hamît Kûrgû, Selma Işik, Umît Damar, Erdal Çam, Halîme Tûtmaz û Endamê Meclisa Şaredariyê Bedîrhan Şeran hatine binçavkirin.    Kesên hatine binçavkirin birina Miduriyeta Polisan a Bajar.