Polîsan bi ser avahiya DBP’a Amedê de girtin 2022-01-26 10:03:31 AMED - Polisan bi ser avahiya Rêxistina DBP'ê ya Amedê de girtin. Di çarçoveya lêpirsîna bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve tê birêvirin de, polîsan li navçeya Rezan a Amedê, bi ser avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê de girtin. Polisan li avahiya DBP'ê ku dorpêç kirine, lêgerîn dan destpêkirin. Polîsan di serdegirtinê de dest danîn ser alên Tevgera Jinên Azad (TJA), hin kovar, pirtûk û rojnameyan. Gelek DBP'î û parlamenterên HDP'ê yên Amedê Remziye Tosûn û Dersim Dag derbasî avahiyê bûn. Lêgerîna di avahiyê de berdewam dike. Benda mayîna endamên partiye ya li derve jî didome.    BI SER MALA HEVSEROKÊ DE JÎ GIRTIN   Polîsan bi ser mala Hevseroka DBP’ê ya Amedê Seval Gulmez de jî girtin. Lêgerîna polîsan a li malê jî didome. Hat hînbûn ku ji bo polîs li mala Hevserokê din yê Bajêr Hayrettîn Altûn de jî bigirin biryara lêgerînê heye lê ji ber Altûn bi şewba vîrûsa koronayê ketiye û li nexweşxaneyê ye lêgerîna mala wî pêk nehatiye.