HSD: 23 dîlgirtiyên din hatin rizgarkirin 2022-01-26 09:36:40 NAVENDA NÛÇEYAN - HSD'ê ragihand di 17 karmendên din ên girtîgehê ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibûn dîlgirtin, hatin rizgarkirin. Navenda Ragihandina HSD'ê bi daxuyeniyekê ragihand ku di saetên êvarî de 17 karmendên din ên girtîgehê ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibûn dîlgirtin, hatin rizgarkirin   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di operasyonên ewlehî û leşkeriyê de ku hêzên me vê sibehê pêk anîbû, 6 karmendên girtîgehê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibûn dîlgirtin, hatin rizgarkirin. Di operasyonek din de saet 22:00'an de hêzên me 17 dîlgirtiyên din rizgar bikin. Bi vê yekê hejmara dîlgirtiyên ku ji sibehê ve hatin rizgarkirin bû 23. Operasyonên lêgerîn û ewlehiyê yên hêzên me di girtîgehê de berdewam in."