Ji bo MA'yê krîmînalîze bikin şahidên nepen xistin dewrê 2022-01-26 09:22:03 AMED - Li Amedê di lêpirsîna derbarê 13 siyasetmedar û sendîkavanên hatin girtin de, logoya ajansa me wekî "delîla sûc" hatiye hesibandin û bi îfadeyên "şahidên nepen" jî hatiye xwestin ku ajansa me bê krîmînalîzekirin.  Tirkiye bi binçavkirin û girtina rojnamevanan, bi sansurkirin û astengkirina saziyên çapemeniyê di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de di nav 180 welatan de di rêza 153'yan de ye. Ji xeynî çapemeniya "alîgir" hemû çapemenî û rojnamevan tên cezakirin. Li gor "Rapora Binpêkirinên Mafan ên Li Hemberî Rojnamevanan" a Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê jî, li Tirkiyeyê di sala borî de 55 rojnamevan bi êrişan re rû bi rû mane, 2 rojanmevan hatine kuştin, ji 61 rojnamevanên hatine binçavkirin derbarê 54'an jê de doz hatiye kirin û 6 rojnamevan jî hatine girtin. Her wiha 23 rojnamevan jî bi îşkenceyê û muameleyên xirab re rû bi rû mane, li 11 rojnamevanan sîxurtî hatiye ferzkirin û gef li wan hatine xwarin û 102 rojnamevan jî di dema şopandina nûçeyan de hatine astengkirin û 17 jê jî li girtîgehan bi binpêkirinên mafan re rû bi rû mane.    Ên herî zêde bi van çewisandinan re rû bi rû dimînin jî rojnamevanên kurd û rêxistinên wan ên çapemeniyê ne. Yek ji van saziyan jî Ajansa Mezopotamyayê (MA) ye. MA, ji ber ku bi weşana xwe AKP'ê nerihet dike, ji roja ku hatiye avakirin heya niha bi polîtîkayên çewisandinê hedef tê girtin, xebatkarên wê tim tên binçavkirin û girtin û malpera wê tê astengkirin.    Piştî ev rê û rêbazên hatin pêkanîn bi kêr nehatin, vê carê jî ji bo tepisandina ajansa me ketine nav hewldanên krîmînalîzekirinê.    Di lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, têkildarî van hewldanên krîmînalîzekirinê de hin agahî bi dest ketin.    PIRSÊN DERBARÊ AJANSA ME DE   Di navbera 8-9'ê Mijdara 2021'ê de navenda wê Amed li 5 bajarên cuda operasyon hatibûn kirin û di van operasyonan de siyasetmedar û sendîkavan jî di nav de 19 kes hatibûn binçavkirin û ji kesên hatibûn binçavkirin 14 kes jê hatibûn girtin. Yek ji van kesan jî Cîgirê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel bû ku piştî îtirazan di heman rojê de hatibû berdan. Li Midûriyeta Polîsan a Amedê di dema kar û barên binçavkirinê de derbarê ajansa me de hin pirs ji kesên hatibûn binçavkirin hatine kirin.    LOGOYA AJANSÊ KIRIN DELÎLA SÛC!   Logoya ajansa me ya di materyaleke dîjîtal a kesekî binçavkirî de, wekî sûc hatiye hesibandin. Ji vî kesî ev pirs hatine kirin: "Çima logoya malpera nûçeyan a rêxistinî ya bi navê Ajansa Mezopotamyayê di dîjîtala te de heye? Qey tu jî bi banagwaziyên ji bo çalakiyan ên ji aliyê vê ajansê ve tên kirin tevli çalakiyan dibî?"    ÎFRADEYÊN ŞAHIDÊ NEPEN   Her wiha beyanên derî rastiyê yên şahidê nepen ê bi navê "G11055L44F47" jî daxilî nav dosyeyê hatine kirin. Şahidê nepen, di îfadeya xwe de derpêş kiriye ku "ajansa me peyamên bişîfre parve dike."    Ev şahidê nepen, ji bo kesekî di dosyeyê de jî gotiye: "Ev kes peyamên bişîfre yên Ajansa Mezopotamyayê fêm dike û li gor wê çalakiyan li dar dixe. Li gor wê kesan daxilî nav çalakiyan dike."    Tenê ne ajansa me, her wiha ANF News û Rûdaw jî wekî "saziyên çapemeniyê yê alîkariya PKK'ê dikin" hatine nirxandin.    Ji kesên hatibûn girtin yek jê jî Endama Venihartinê ya Navendî ya Giştî ya Egîtîm-Senê Arzû Koç bû. Koç, di danişîna 21'ê Çileyê ya li Dadgeha Cezayê Giranh a 10'an a Amedê de hat berdan.    MA / Omer Çelîk