Berdevka EHP'ê Akman: Em dikarin hêzeke damezrîner û guherîner çêbikin 2022-01-26 09:22:02 STENBOL - Berdevka EHP'ê Ozge Akman, diyar kir ku Tifaqa Demokrasiyê ji bo têkoşînê bûye cihê zemîneke girîng û got: "Em dikarin hêzeke damezrîner û guherîner çêbikin."  Piştî ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Tifaqa Demokrasiyê bang kiribû, di 18'ê Çileyê de li Enqereyê bi 8 partiyên çep-sosyalîst re kom bûbû. Di civînê de pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê û krîzên rû didin hatibûn nîqaşkirin û têkoşîna hevpar hatibû detsnîşankirin.    Berdevka Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Ozge Akman, biryarên di civînê de hatibûn girtin nirxandin.    ZEMÎNA TÊKOŞÎNA HEVPAR   Akman, anî ziman ku civîn û bangawaziya hat kirin di cî de bûne û got: "Saziyên tevli civînê bûn hemû jî hema bibêje di warê tevgerîna bi hev re de li hev kirin. Zemîna têkoşîneke hevpar, tevgera bi hev re ya domdirêj hat destnîşankirin. Pêvajo hê temam nebûye. Ev gava ewil bû. Ev gava ewil pir girîng e. Pêdiviya me bi afirandina van zemînan heye."    XURTKIRINA TÊKOŞÎNÊ   Akman, destnîşan kir ku hema bibêje 2 salan carekê hilbijartin dibin rojeva Tirkiyeyê û got: "Tu bikî nekî piraniya kedkarên welatê me tevli hilbijartinê dibin û rayên xwe diparêzin. Ev hemû wekî qadeke têkoşînê ya sereke ne. Helbet têkoşîna me ya ji bo jiyanê û têkoşîna me ya ji bo jiholêrakirina pergala vê dinyayê tenê ne hilbijartin in. Lê hêla wê ya pevgirêdayî hilbijartinan jî girîng e. Yanî divê em hem beriya hilbijartinê, hem di dema hilbijartinê û hem jî piştî hilbijartinê biaxivin û têkoşînê mezin bikin."    BÛ HÊVÎ   Akman, bilêv kir ku berî civîn çêbibe di nav civakê de bûye cihê hêviyê û got: "Belkî jî lêhûrbûna me ya li ser hilbijartinan an jî tenê lêhûrbûna li ser çalakiyan, bû sedema jidestçûna hin firsendan. Li seranserê cîhanê sosyalîstan bi hin tifaqan serketinên mezin bi dest xistin. Li Tirkiyeyê jî hêviya kesên derî Tifaqa Cumhûrê û Tifaqa Gel, ji vê heye. Em naxwazin kedkar û gelên vî welatî mehkûmî muxalefetek pergalê bikin. Ev peywira me hemûyan e."    HILBIJARTIN   Akman, destnîşan kir ku tifaqa ku tê çêkirin tenê divê di çarçoveya hilbijartinan de esas neyê girtin û got: "Saziyên tevî civînê bûn hemû jî dema beriya hilbijartinê, ya dema hilbijartinê û piştî hilbijartinê wekî zemîneke têkoşînê esas girtin. Em EHP, em dibêjin nîqaşkirina zemînên têkoşînê ji nîqaşkirina hilbijartinan ne serbixwe ye. Hilbijartin, qadeke girîng a vê welatî ye. Li vî welatî rêjeyek pir zêde tevli hilbijartinê dibe, lewma ne pêkan e ku mirov hilbijartinan paşguh bike. Civak dixwaze fikirên xwe bi hilbijartinen diyar bike."    REWŞA WELÊT   Akman, bilêv kir ku dê zemîna têkoşînê ya bê afirandin, dê di hilbijartinan de "zemîna piralî" û zemîna tifaqan baifirîne û ev zemîn dikarin rewşa welêt biguherînin. Akman got: "Gava em ne di pozîsyoneke wiha de bin, bes dê hêvî ji îqtidar an jî muxalefetê tenê bê kirin. Em vê rast nabînin. Em dikarin wêdetirî vê biçin. Û em dikarin hêzeke damezrîner û guherîner çêbikin."    MA / Kadîr Guney