Berpirsyarê Çapemeniya YPG'ê Elî: Armanca êrişê neteweya demokratîk bû 2022-01-26 09:21:59 HESEKÊ - Berpirsyarê Çapemeniya YPG'ê Siyabend Elî da zanîn ku plansaziya êrişa li hemberî girtîgeha Xiwêranê li Serêkaniyê û Girê Spî hatiya amadekirin. Elî got: “Armanca êrişê, neteweya demokratîk bû. Soza ku me dabû gelê xwe em ê bi cih bînin.”  Endamên DAIŞ’ê di 20’ê Çileyê de li dijî Girtîgeha Sînaayê ya li Taxa Xwêran a Hesekê êriş kir. Bi êrişê re Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî tevî yekîneyên xwe yên Antî Teror û Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyoneke berfireh da destpêkirin. Operasyona HSD’ê di roja 7’emîn de berdewam e. Li gor agahiyan, DAIŞ’iyên ku ji herêmên Serêkaniyê, Girê Spî û ji deverên Iraqê hatin Taxa Xwêranê wek şaneyan xwe bi cih kir û piştre jî êriş kirin. Êriş bi hewldana HSD’ê vala derket.   Têkildarî mijarê Berpirsyarê Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Siyabend Elî bi ajansa me re axivî.     LI GIRTÎGEHÊ KÎ HEBÛN?   Siyabend Elî da zanîn ku Girtîgeha Sînaayê ji bo hemû cîhanê cihekî girîng e û wiha got: “Di pêvajoya şoreşê de me di şer de bi sedan çeteyên DAIŞ’ê girtin. Ji bo van çeteyan gelek girtîgeh hatin çêkirin. Di sala 2019’an de me li Baxozê dawî li vê qirêjiyê anî. Zêdetirî 10 hezar çete teslîm bûn. Lewma Girtîgeha Sînaayê hat berfirehkirin. Derdora 5 hezar çete li wir diman. Ne bawerim devereke din ê cîhanê hebe ku ewqas terorîstên DAIŞ’ê li cihekî bimînin. Gelemperî rêveber, emîr û fermandarên DAIŞ’ê li wir diman. Em qala terorîstên herî talûke dikin. Hejmara ku em qala wê dikin ne hejmarekî ji rêzê ye. Lewma çavê cîhanê li Hesekê ye.”   'JI BO CÎHANÊ XETERE YE'    Elî diyar kir ku ji bo êrişê 6 mehan amadekarî hatiye kirin û wiha pê de çû: “Di lêpirsînên ewil de ev yek aşkere bû. Ev plan li Serêkaniyê û Girê Spî hatine kirin ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne. Bi hêzekî zêdetirî 120 kesan êriş kirin. Serêkaniyê niha bûye hêlîna perwerdekirina DAIŞ’ê. Ev kes bi serê xwe nehatin vê derê. Bi alîkariya hêzên mezin hatin. Di heman rojê de dewleta Tirk jî li eniyan êrişeke berfireh da destpêkirin. Xuyaye ku her du êriş girêdayî hev in. Ger şervanan pêşî li wan çeteyan negirta û ev kes derbasî Hesekê bûbûna, dê komkujiyên mezin bikirana. Ne tenê Hesekê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dê hemû cîhan pê bi êşiya. Lewma pêşîlêgirtina wan serkeftinekî pir mezin bû.”   'ARMANCA ÊRIŞÊ NETEWEYA DEMOKRATÎK BÛ'    Di berdewamê de jî Elî anî ziman ku armanca êrişê têkbirina neteweya demokratîk bû û wiha domand: “Rêveberiya Xweser di pêvajoya 10 salan de hem di hêla siyasî, leşkerî û aborî de, hem jî di mijarên din de bi pratîka xwe nîşan da ku projeya neteweya demokratîk ji bo gelan serkeftineke. Her ol, mezheb û netewe tê de xwedî maf in. Dagirker û dijmin ji vê rastiyê ditirsin. HSD û neteweya demokratîk hêza xwe tenê ji hêza leşkerî nagire. Çavkaniya hêza wê, gel e.”   GIRÎNGIYA DOZA DAIŞ’Ê   Di mijara darizandina endamên DAIŞ’ê ku ji gelek neteweyên cuda ne jî Elî wiha dibêje: “Hêzên navdewletî niha li Hesekê ji me re dibin alîkar lê van çeteyan nadarizînin. Ev bar ne tenê barê Rêveberiya Xweser û HSD’ê ye. HSD bi erka xwe ya pêşengtiyê rabû û terora DAIŞ’ê sekinand. Hewce bû dadgeh hatibûna avakirin û ev kes bihatina darizandin. Ev erka wan e. Hêvîdarim ev êrişa dawî deriyekî ji çareseriyê re veke.”   'DAYIKÊN ÇEK RAKIRÎN MIRÛZÊ ME XWEŞ KIR’   Berpirsyarê Çapemeniya YPG’ê Siyabend Elî destnîşan kir ku operasyona wan di roja 7’emîn de berdewame û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Hinek çete di girtîgehê de bi cih bûne. Carnan şer derdikeve. Lê girtîgeh bi giştî di bin kontrola me de ye. Mimkin nîne ku bikarin ji wir derkevin. Wek tevdîrek me hatin û çûna li bajêr qedexe kir. Piştgiriya gel mirûzê me xweş dike. Dema di dest de çek dayik û bavên xwe li pişt xwe û ciwanan jî li pêşiya xwe dibînîn, wê demê fêm dikin ku kesek nikare li hemberî projeya neteweya demokratîk bisekine. Di 2014-2015’an de hemû hêzên serdest li ber DAIŞ’ê direviyan û me pêşegtiya berxwedanê kir. Em ê bi heman ruhî bi erka xwe rabin û soza ku ma da ye gelê xwe pêk bînin.”