'Girtiyên nexweş bi zanebûnî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin' 2022-01-26 09:16:50 WAN - Girtiyê nexweş Çetîn Çîftçî ku ji Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê derket, anî ziman ku di warê tenduristiyê de gelek pirsgirêk hene û girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû tên hiştin.  Çetîn Çîftçî (55) ku gava Midûrê Goristanan ê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bû, piştî di 17'ê Mijdara 2016'an de qeyûm tayinî şaredariyê hatiye kirin bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" derbarê wî de doz hatiye kirin û 2 sal û mehek ceza lê hatiye birîn. Piştî dadgeh cezayê wî erê kiriye di 2'yê Tîrmeha 2020'an de hatiye girtin. Çetîn ku gelek nexweşîn pê re hene, di 19'ê Çileyê de ji Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê derket.    Çetîn, diyar kir ku li girtîgehê girtî di warê tenduristiyê de bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû dimînin û girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû tên hiştin.    ‘TIM JI XWE VE DIÇÛM'   Çîftçî, destnîşan kir ku nexweşîna hîpertansiyon û Damlayê pê re heye û ji ber ku bi awayekî rêk û pêk ew nebirine nexweşxaneyê nexweşînên wî giran bûne. Çîftçî, bilêv kir ku gava hatiye girtin dermanên wî yên diviyabû bi kar bîne du mehan nedane wî û got: "Ji ber ku derman nedidan nigên min diwerimînin û ez nikaribûm bimeşim. Min gopal xwest, lê nedan. Min bi dîwaran digirt û wisa dimeşiyam an jî bi alîkariya hevalan. Her wiha ji ber hîpertansiyonê jî diviyabû tim biçûma ser bijîşk û min derman bixwarana. Lê ji ber derman nedidan, ez tim ji ser hişê xwe ve diçim. Carekê ez ji ser hişê xwe ve çûbûm. Tam 4 saetan bi xwe ve nehatibûm. Piştî hevalên min israr dikin, min radikin nexweşxaneyê. Gava ez çûm ser bijîşk, min hemû derdê xwe jê re got, lê bijîlk tenê li tansiyona min mêze kir û ez cardim şandim girtîgehê. Û ez hew birim nexweşxaneyê."    NEXWEŞÎNÊN KRONÎK   Çîftçî, anî ziman ku girtî ji bo biçin revîrê daxwazname didan, lê ancax mehek şûn de daxwaznameyên wan dihatin bersivandin û got: "Gava hevalên me diçûn revîrê, pirî caran bijîşk ji wan re digot 'tiştekî te tune ye, çima tu her roj tê.' Halbûkî em nexweş bûn. Bi piranî nexweşîna dil, şekir, tansiyon û mîgrengê bi girtiyan re heye. Di warê tenduristiyê de em bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû diman. Pêkanîneke kêfî hebû. Ger teşxîs zû bihatanan dayin dê gelek hevalên me baş bûbûna, lê niha nexweşînên gelekan jê bûne nexweşînên kronîk."    ‘GIRTÎ BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ NE'   Çîftçî, diyar kir ku girtiyên siyasî yên nexweş bi zanebûnî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin û îqtidar bi vî awayî dixwaze têkoşîna kurdan bitepisîne. Çîftçî got: "Li girtîgehan girtiyên siyasî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Mînaka herî berbiçav hevalê me Ramazan Tûran ê 70 salî ye. Îqtidara AKP-MHP'ê bi zanebûnî vê yekê dike. Li hundir û li derve her sûcî dike."    NOBEDA EDALETÊ   Çîftçî, bal kişand ser nobedên edaletê yên xizmên girtiyan ku li Amed û Wanê dane destpêkirin û got: "Qethiyen divê her kes di vî warî de hesas tevbigere. Dibe ku sibê bi derengî bikeve. Bi hezaran girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan temambûyî bi awayekî bêhiqûqî nayên berdan. Dewlet qanûnên xwe dieciqîne. Divê her kes xwedî li Nobeda Edaletê derkeve."