Di îdianameya jê re hat şandin 'propaganda', lê di ya dadgehê de 'endamtî' derbas dibe 2018-02-23 16:21:37   MANÎSA – Rojnamevan Îbrahîm Coşkûnê ku bi hinceta di wesayîta wî de rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê heye bi îdiaya "Hewldana propagandaya rêxistinê" doz lê hat vekirin, dema çû dadgehê bi îdiayên "endamtiyê" û "propagandayê" re rû bi rû ma.    Rojnamevan Îbrahîm Coşkûnê ku li Manîsayê dijî, bi hinceta di wesayîta wî de 102 rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasiyê hatine dîtin doz lê hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 4'emîn a Manîsayê pêk hat. Coşkûnê ku bi awayekî negirtî tê darizandin tevî parêzerê xwe tev li danişînê bû. Dema Coşkûn ji bo danişîna doza ku bi îdiaya "Hewldana propagandaya rêxistinê" lê hat vekirin çû dadgehê, di îdianameya li dadgehê de dît ku ew bi îdiayên "Endamtiya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" tê darizandin.    Piştî tespîtkirina nasnameyê, Coşkûn parêzî kir. Coşkûn di parêziya xwe de bi lêv kir ku di îdianameya gihaştiye destê wî de ew bi "Hewldana propagandaya rêxistinê" tê tawanbarkirin, lê belê li di îdianameya li dadgehê de ew bi "endamtî" û "propagandayê" tevde tê tawanbarkirin û bertek nîşanî vê rewşê da. Coşkûn di parêziyê xwe de destnîşan kir ku ew rojnamevan e û di 25'ê Tebaxa 2016'an de der barê rojanmeyê de biryara komkirinê tune bû û her wiha ev yek hîn jî di dosyeyê de ih negirtiye. Coşkûn doza beraetê kir.    Paşê parêzer Mehmet Tarlabolen parêzî kir û got ewil muwekîlê wî bi "hewldana propagandayê" dihat tawanbarakirin, lê belê di îdianameya duyem de bi "endamtî" û "propagandayê" tevde tê tawanbarkirin û bertek nîşanî vê rewşê da.    Her wiha di îdianemeyê de nivîsa ku ji Emniyeta Mûşê ya der barê Coşkûn de hat xwestin wekî delîl cih girtiye. Di nivîsa hatiye de tê gotin ku Coşkûn di sala 1996'an de hewl daye tev li nav PKK'ê bibe. Lê belê Parêzer Tarlabolen destnîşan kir ku di sala 1996'an de muwekîlê wî 15 salî bûye û vê bûyera ku tê gotin, muwekîlê wî jê beraet kiriye.    Heyeta dadgehê danişîna dozê taloqî 1'ê Hezîranê kir.