Qamişlo ji bo Efrînê meşiya 2018-02-23 15:39:53   QAMIŞLO – Bi hezaran welatiyên Qamişlo bi dirûşmeyên ¨Efrîn xeman neke Qamişlo bi te re yeke¨ li dijî êrîşên li ser Efrînê hêrsa xwe anîn ziman û meşiyan.    Li ser banga Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi hezaran şêniyên Qamişlo, li pêşiya Navenda Çand û Hûnerê ya Mihemed Şêxo kom bûn û daxuyanî dan. Piştre girseya gel heya çerxerêya Osman Sebrî meşiyan. Hevseroka Meclîsa bajarê Qamişlo Feyrûşah Remedan, li ser navê girsê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de êrîşa duh di saetên şevê de li dijî gelên Cizîrê, Firatê, Reqa û Minbicê yên ku ji bo piştgiriya Efrînê çêbuyî de, şermezar kir û bang li rêxıstinên UNESCO û Neteweyên Yekbuyî kir. Remedan, bêdengiya qada navneteweyî rexne kir û wiha got: ”Ev bêdengî tê wateya hevkariya komkujiya li Efrînê. Bila Cîhan bizanibe em ê li Efrînê Destana Berxwedanê binşivîsin.”    Remedan, Serokê Giştî yê AKP'ê Tayip Erdogan jî hişyar kir û wiha got: ”Bila Erdoganê kujer û çeteyên wê baş bizanibin ku em ê pêngav paşde navêjin û di rojên pêş de em ê bi karwanek girseyî disa berê xwe bidin qada berxwedanê ya Efrînê. Me asta tirsê şikandiye û me soza berxwedana bê dawî daye.”   Piştî daxuyaniyê, gel bi meşeke girseyî ji Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo heya çerxerêya Osman Sebrî dirûşmeyên ”Efrîn xeman neke Qamişlo bi tere yeke' û "Bijî berxwedana Efrînê” meşiyan.