Baroya Amedê: Hewl didin doza Elçî ji rojavê derbixin 2018-02-23 15:30:21 AMED - Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, diyar kir ku hewldana doza Tahir Elçî ya ji rojevê derxistin heye û got: “Divê rayedar û berpirsiyar erkên xwe bînin cih.” Baroya Amedê ji bo ronîkirina kuştina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî, li ber Edliya Amedê di hefteya 115’emîn de çalakiya xwe ber dewam kir. Gelek parêzer bi cubeyên xwe beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” hildan. Di çalakiyê de pankarta bi kurdî û tirkî “Em te ji bîr nakin” hat vekirin. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen di çalakiyê de axivî û wiha got: “Di pêvajoya lêpirsîna dosyayê de heya niha tu pêşketin çênebûne. Ji bo faîl bên dîtin jî tu gav nehatine  avêtin. Hewldana doza Tahir Elçî ji rojevê derxînin hene. Hemleyên hin meqamên herêmî bi bandora çapemeniya navneteweyî dixwazin dozê ji rojevê derxînin. Hûn tu carî nikarin cînayeta Elçî ji hişmendiya civakê jê bibin.”   'HEYA FAÎL BÊN DÎTIN…’    Ozmen, xwest ku sozên ji bo wan hatine  dayîn, bi cih bên anîn û wiha bi dawî kir: “Erk û berpirsiyartiya rayedaran ew e ku faîlên Tahir Elçî bibînin û teslîmê dadgehê bikin. Heya ku faîlên Elçî bên dîtin emê çalakiya xwe berdewam bikin.”   Parêzeran piştî daxuyaniyê 5 deqe çalakiya rûniştinê pêk anîn.