Bersûcê zaroka 4.5 salî îstismar kir dê di 16'ê Adarê de bê darizandin 2018-02-23 15:17:07 EDENE- Îdianameya der barê Sedat Keserê ku li Edeneyê zaroka 4 sal û nîvî îstismar kiribû hat amadekirin û hat xwestin 66 sal ceza lê bê birîn, hat qebûlkirin. Wê danişîna ewil di 16'ê Adarê de pêk bê.  Li Taxa Leventê ya navçeya Yuregîr a Edeneyê, di 10'ê Sibatê de îstismarkar Sedat Keserê ku di dema dawetê de pitika 4 sal û nîvî ya li malê radiket îstismar kir, di dema îstismara zayendî de hatibû zevtkirin û paşê hatibû girtin.    Îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê der barê Sedar Keser de amade kir, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Edeneyê ve hat qebûlkirin.    Piştî îdianame hat qebûlkirin wê bersûc û îstismarkar bi tawanbariyên "Bi awayekî zayendî îstismarkirin zarok" û "Bi rêbaza serîlêdana cebîr, gef û hîlekariyê, di warê zanyendî de binpêkirina huriyeta zarok" bê darizandin.    Bersûc û îstismarkar Sedat Keser li girtîgeheke derî Edeneyê tê girtin û wê danişîna doza ku pê tê darizandin û tê xwestin 66 sal cezayê girtîgehê lê bê birîn, di 16'ê Adarê de pêk bê.