Birîndarên ji êrîşê rizgar bûn axivîn: Dixwazin êrîşan rewa bikin 2018-02-23 14:12:35 EFRÎN - TSK û komên hevkarên wê duh bi şev karwana sivîlan a ji gelek bajarên Bakurê Sûriyeyê pêk dihat û berê xwe dan Efrînê bombebaran kirin. TSK piştre daxuyanî da û got 'Me karwana YPG’ê bombebaran kiriye'. Sivîlên di bombebaranê de birîndar bûn bertek nîşanî daxuyaniya TSK’ê dan û gotin: “Dixwazin komkujiyên sivîlan rewa bikin.”  Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên hevkarên wê duh bi şev karwana sivîlan a ji Şengal, Dêrezor, Reqqa, Herêmên Firat û Cizîrê yên Bakurê Sûriyê pêk dihat û ji bo piştgiriyê berê xwe dan Efrîn, li rêgeha Helep-Efrînê bi balafirinên şer bombebaran kirin. Welatiyekê Erep Salîm Xîlef ê 28 salî yê ji Dêrazorê di êrîşê de jiyana xwe ji dest da û 12 welatiyên sivîl jî birîndar bûn.     TSK’ê di dîmên di esmanan de kişandîn, îro serwîs kir û daxuyaniya wan “Karwanê YPG’ê bombebaran kirin” dan. Sivîlên birîndar ên li nexweşxanê tên dermankirin û daxuyaniyên TSK’ê derewandin ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.   MIHYEDÎN HESEN: DU BALAFIRAN WESAYÎTÊN ME BOMBEBARAN KIRIN   Welatî Mihyedîn Hesen ê di karwanê de birîndar bû, diyar kir ku ji bo xwedî berxwedana Efrînê derbikevin ji Qamîşlo ketin rê û wiha axivî: “Me xwest em bi gelên Hesekê, Dêrikê, Tirbesiyê, Amûdê, Dêrazor û Reqqayê bên Efrînê. Li dijî êrîşên li ser Efrînê em hatin vê derê. Sivîlan qetil dikin, çekên kîmyewî li dijî me û birayên me bikar tînin. 20 kîlometre mabûn em bigihin Efrînê. Lê bi hovane êrîşî me kirin. Em ji wesayîtên xwe peya bûn û me xwe da ber dîwaran. Du balafiran wesayîtên me bombebaran kirin, ji ber fişara bombebaranê ez firiyam û li diwar ketim û ji pişta xwe birîndar bûm.”    ‘DIXWAZIN KOMKUJIYÊ REWA BIKIN    Mihemed Xalîd ê ji ber topbaranê birîndar bû jî, diyar kir ku ji bo xwedî derketina Efrînê ew hatin bajêr û wiha got: “Tirkiye ji bo berxwedana Efrînê bişkîne, bi her awayî êrîş dike. Destpêkê top avêtin me. Dûre balafirên şer hatin û bombebaran kirin. Wê demê karwana me rawestiya. Balafiran cardin êrîş kirin. TSK dibêje wan êrîşî YPG’ê kirine. Ji bo vê êrîş û komkujiyê rewa nîşan bide, wisan dibêje. Bi rojane dihat zanîn ku em ê di vê rê de biçin Efrînê. Bi rojane nûçên wê dihatin çêkirin. Dîrek em kirin hedef. Leşkerek bin tenê jî nebû. Hemû sivîk bûn. Jin, zarok, pîr û kal bûn. Çi dikin bila bikin, dê nekarin me paşde bixwin. Cihê hecu me Efrîne. Ger em bimirin jî, bila em li vê derê bimirin.”    ‘LI NAVA KARWAN DAN Û JI PIŞTA XWE BIRÎNDAR BÛ’   Jina binavê Wensa Umer Şawîş a jî Dêrîkê ketibû rê jî, anî ziman ku hemû bajar xwedî yek ruhîne  û wiha axivî: “Bi rojane em li ser rêyane. Gava em nêzî Efrînê bûn, dengê topan hatin me û em hedef girtin. Balafirên keşfê li asîmanên me digeriyan. Em di nîveka karwanê debûn. Êrîşî me jî kirin û ji pişta xwe birîndar bûm. Ji bo hevalên min netirsin, min birîna xwe ji wan re negot. Heya demêkê bê nefes mam. Dûre em çûn ciheke bi weletir. 4 kesên di wesayîta pêşiya me di çû de jî birîndar bûbûn. Şehîdên me jî hebûn. Ligel vê yekê me xwe gihand Efrînê.”   WELATIYEKÊ JIYANA XWE JI DEST DA Û 12 WELATÎ JÎ BIRÎNDAR BÛN   Welatiyê Erep Salîm Xilêf ê 28 salî yê ji Dêrazorê di êrîşê de jiyana xwe ji dest da. Welatî Baqî Xelîl (24), Reşîd Hisên Mihemed (22), Wensa Umer Şawîş (58),  Xêrî Coqî Şengal (23), Rende Hisên Celal (20), Ekrem Bedran Biro (21), Rocvan (21), Xalid Tewfîq Elî (45) û Mihemed Xalid Yeqûb (60) ên birîndar bûn jî li Nexweşxaneya Avrîn û Mihemed Şêx Nebî, Xalid Xelîl û Merwan jî li nexweşxayên Nubil û Zehra tên dermankirin.    MA / Nazim Daştan - Selamî Aslan