Wê giliyê îdareya Girtîgeha Xarpêtê bikin 2018-02-23 13:29:26 AMED - Parêzerên ku parêzvanên mafên mirovan dikin û serdana Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Jimare 2 a Xarpêtê kirin, diyar kirin ku hemû girtî hatine îşkencekirin û gef li wan tên xwarin. Parêzer dê giliyê rayedarên girtîgehê yên îşkence li girtiyan kirine û li hemberî îşkenceyê xwe li nedîtinê danîne bikin.  Di demên dawî de Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Jimare 2 a Xarpêtê bi îşkencekirin û çewisandinên li ser girtiyan di rojevê de ye. Li ser vê Parêzerên girêdayî Komîsyona Şopandina Girtîgehê ya Baroya Amedê û Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê serdana girtîgehê kiribûn. Parêzeran têkildarî serdana xwe û lêkolînên xwe yên li girtîgehê civîneke çapemeniyê çê kirin. Di civînê de kirinên li girtîgehê bi raya giştî re parve kirin. Civîn li avahiya Alîkariya Edlî ya Baroya Amedê pêk hat û li ser navê heyetê Berdevkê Komîsyona Şopandina Girtîgehê ya Baroya Amedê Parêzer Onder Alçîçek daxuyanî da. Alçîçek, destnîşan kir ku di hevdîtina xwe ya bi girtiyan re wan dîtiye ku binpêkirnên mafan didomin. Alçîçek diyar kir ku têkildarî giştînameya navborî, hatiye gotin ku wê jimarî li ser piyan bê kirin û girtiyên ku vê yekê nekin wê der barê wan de girtek bê nivîsandin û lêpirsîna dîsîplînê bê vekirin.    Alçîçek çavdêriyên heyetê yên li girtîgehê bi vî awayî rêz kirin:    “* Di 15'ê Sibata 2018'an de, gardiyanên ji bo jimariyê danê êvarî çûne odeyên girtiyan, ji girtiyan re gotine li gor giştînameya ku Wezareta Dadê şandiye divê êdî hûn li ser piyan jimariyê bidin û kesên vê yekê qebûl nekin wê der barê wan de girtek bê nivîsandin û lêpirsîna dîsîplînî bê destpêkirin.    * Di 16'ê Sibata 2018'an de, gardiyanên ji bo jimariyê ketine odeyên girtiyan, ji girtiyan xwestine li ser piyan û di rêzekê de jimariyê bidin. Lê dema girtiyan ev yek qebûl nekiriye, pêşî der barê wan de girtek hatine nivîsandin û paşê hatine îşkencekirin. Bi taybetî jî di 18'ê Sibata 2018'an de roja Yekşemê bi awayekî zêde hatine îşkencekirin û derbkirin. Di vê îşkence û derbkirinê de girtiyên birîndar bûne hene. Hat gotin ku komeke taybet ku ji gardiyanan pêk tê ketine odeyan û heqaret li girtiyan kirine, bi awayekî dijwar ew derb kirine û gefa kuştinê li wan xwarine. Di vê avêtina ser odeyan de amûrên wan hatine belawelakirin û şikandin û girtiyan got tu ewlehiya wan tune ye. Hat gotin ku kesên di nav vê koma navborî de cih digirin heta niha li nav girtîgehê qet nehatine dîtin. Derbkirin û îşkence heta 20'ê Sibata 2018'an dewam kiriye û di vê demê ji bo rapora tenduristiyê girtî neşandine revîrê.    * Di hevdîtinê de heyeta me jî bi çavê xwe şopên derbkirinê dîtin. Di hevdîtinê de, li derdora çavê rastê yê hikumxwar E.D. reş bûye û ekîmozên zer hatine dîtin; serê tiliyên destê çepê yê hikumxwar E.T. mor bûne; çoka çepê ya girtî M.B. mor bûye û werimiye; paş serê hikumxwar B.K. werimiye û şopa derban li ser çîmên wî hatine dîtin.    * Jimariya di nîzama leşkerî de li girtiyan hatiye ferzkirin û kesên li dijî vê yekê derketine birina hewadariyê û ew îşkence kirine, heqaret li wan kirine û heta gefa kuştinê li wan xwarine. Li ser canê girtiyên ku hevdîtin bi wan re hat çêkirin leqayî şopên derbkirinê hatiye û hatiye tespîtkirin ku bi awayekî sîstematîk hatine derbkirin û îşkencekirin û sewqî enxweşxaneyan jî nehatine kirin û bi vî awayî mafên wan ê tenduristiyê hatine binpêkirin."    Alçîçek, destnîşan kir ku li hemberî van kirinên kêfî îdareya girtîgehê xwe li nedîtinê daniye û ev yek sûc e. Alçîçek got: "Ger ev kirin bidomin wê di pêşerojê de rê li ber bûyerên neyînî vebike û endîşeya me ew e ku wê jiyana girtiyan têkeve talûkeyê."    Alçîçek, destnîşan kir ku piştî daxuyaniyê ew ê giliyê rêveberiya girtîgehê bikin.