Rojnamegerek bêtirs û şopdarê heqîqetê: Cengîz Altun 2018-02-23 13:16:40 ÊLIH – Di ser kuştina nûçegihanê rojnameya Yenî Ulke Cengîz Altun de 26 sal derbas bûn. Dayika Altun Turkan Altun a tiştên li pey kurê wê mane hemû veşartiye, behsa rojnamegeriya kurê xwe kir. Dayik Altun got: “Cengîz bi boneya têkiliya Hîzbûllah û dewletê derdixist holê, hat înfazkirin.”  Rojnameya Yenî Ulke weşana xwe heftane dikir. Nûçegihanê rojnameya Yenî Ulke yê Êlihê Cengîz Altun di 24’ê sibata 1992’an de dema ji malê diçû buroya rojnameyê, rastî êrîşa çekdarî hat. Dema Cengîz Altun hat înfazkirin hêj 24 salî bû. Altun li gel karê xwe yê rojnamegeriyê li Dibistina Bilind a Êlihê beşa motorê dixwend. Sedemê înfazkirina Altun ew bû rastiya têkiliyê kontra gerîla, hîzbullah, cerdevan û dewletê derdixist holê. Ew rojnamegerek ji malbatek polîtîk mezin dihat û wiha mezin bûbû. Altun ji bo rastiyê ragihînê û bigîhîne gel kolan bi kolanên Êlihê û herêmê digeriya. Altun guh nedida tehdîtên li ser xwe û bê tirs dixebitî. Di wan salan de dewletê bi destên Hîzbûllah, kontra gerîla û îtîrafkaran înfaz, îşkence û revandinê organîze dikir. Salên tarî bûn ku kolanên bajarê heremê xwîn diherikîn. Têkildarî înfaza Cengîz Altun di sala 1993’an de navê Îsmaîl Emsen derbas bû. Di kontrolek rê de Îsmaîl Emsen bi debanceyek bêrûhsat hat girtin. Hat diyarkirin ku Altun bi vê debanceyê hatiye kuştinn. Li gel vê yekê jî Emsen ji ber çeka bêrûhsat li ser xwe digerand hat girtin. Piştî demek kurt ji girtîgehê derket û ji wê rojê ve şûn ve rastî şopa wî kesî nehat.    Serokê Lîjneya Teftîşê ya Serokwezîriyê Kutlu Savaş li xwe mikûr hat û gotibû ku di raporên Susurlukê de navê Cengîz Altun jî derbas dibe. Li gel li xwe mikûr hatinê jî ev 26 sal e bi ser înfazkirina Cengîz Altun re derbas bû hêj kûjer nehatine darizandin û tu encamek ji dozê derneket.    ‘WÎ RASTIYÊ DINIVÎSAND…’    Dayika Cengîz Altun, Turkan Altun 26 sal e qetilkirina kurê xwe ji bîr nekiriye û hemû kelûpelên lawê xwe di sindoqa xwe de vedişêre. Dayikê Turkanê kurê xwe bi hesretek mezin bibîr tîne. Li gel ew qas sal di ser înfazê re derbas bû jî serpêhatî û hûrgiliyên karê kurê xwe ji bîr nekiriye. Dayik Altun wiha behsa kurê xwe kir: “Ji ber ku kurê min rastiyê dinivîsand, ji aliyê çeteyên dewletê ve hat kuştin. Çunkî wî têkiliya Hîzbûllah û dewletê derdixist holê.”    'HETA ÇIYAYÊ CUDÎ DIÇÛ’    Altun anî ziman ku 26 sal in xweşikî û bedewiya kurê wê ji ber çavê neçûne û got: “Simbêl û rûyê wî li dev ken wek duh tê bîra min û qet ji bîra min naçe. Çawa ku xweşikiya ji hişê min naçe û kuştina wî jî ji bîra min naçe. Hêj birîn û êşa min taze ye.”    Altun diyar kir ku kurê wê ji rojnamegeriyê gelek hez dikir û wiha domand: “Bi eleqeyek û berpirsyariyek mezin karê xwe dikir. Rojek êvarê dema ji nûçeyekê dihat behs kir. Nayê bîra min çûbû kîjan gundî. Çûbû gundek Çiyayê Cudî. Leşker û cerdevanan rê girtibû û destûr nedabûnê biçe gund. Cengîz jî bi enyad gotibû ez ê biçim gund û li gundiya guhdar bikira û bikirina nûçe. Sîlehan jî xistibûn serê wî. Wî jî ji leşkeran gotibû ‘Çeka min tune ye. Binêrin ev karta min a çapemeniyê ye. Ez rojnameger im. Sîlehê xwe deynin ku ez biçim.’ Pişt re wî berdane. Kiribû enyad û çûye gund. Gundiyan wî hembêz kiribû û hildane nav xwe. Dema ji min re behsa vê kêliyê kir, gotibû ‘Dayê wisa ji min hezkirin, hindik mabû ez biketima.’ Dema ji min re behsa vê bîranîn û bîranînên xwe yên din dikir, her tim dikeniya. Dema dikeniya ez pê dilşah dibûm û serbilind dibûm. Evîndarê rojnamegeriyê bû. Kêliyek vala nedisekinî.”    'SIBÊ NÛÇEYA ME MANŞET E’    Altun da zanîn ku gelek caran por û riyê kurê wê li nav hev diket û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Li xwe nedinêrî. Dema wî tunebû ku li xwe binêre. Kincê wî birêkûpêk bûn. Çima wê li xwe binêriya. Mirovên dê li wan binêriya û bidîta hebûn. Dixwazin bi dîtina mirovan êş û kulê wan binivîsîne. Dema wî rojnamegeriyê dikir dixwest xwîna diherike rawest e. Îro jî hemû rojnamegerên rastiyê dinivîsînin aştiyê dixwazin. Ji bo aştiyê dinivîsînin. Hûn jî dev ji nivîsandina rastiyan bernedin. Îro her rojnamegerek kurd ku rastiyê dinivîsîne û rastî neheqiyê tê ew jî zarokên min in. Ji ber ku kurê min rastiyan dinivîsand, ji aliyê çeteyên dewletê ve hat kuştin.”    Altun behsa kenek dawî yê kurê xwe kir û got: “Kenê wî dawî tê bîra min. Beriya şeva bê kuştin, hat malê birayê xwe biçûk hilavêt jor. Wî maç dikir û bêhn dikir. Jê re got ‘Sibê nûçeya me manşet e manşet.’ Wisa hezkirina xwe dianî ziman. Roja din nûçeya wî bû manşet. Lê serê siba wê şevê Cengizê min kuştin.”    HEMÛ KELÛPELÊN LAWÊ VEŞARTIYE    Dayik Altun di tevahiya hevpeyvînê de wêneyên Cengiz Altun ji destê xwe berneda û got ku li gel ewqas dem derbas bûye jî radyo, qutiya çixarê, heste, pênûs, kartê çapemeniyê, lênûska nîşeyan, saet û bi taybetî rûpelên nûçeyên kurê xwe yên rojnameyê vedişêre û jê re bûne sebir.    ‘YÊN KU RASTIYAN BINIVÎSÎNE NAYÊ JIBÎRKIRIN’    Altun destnîşan kir ku kurê wê rojnamegeriyek objektîf dikir û wiha dewam kir: “Ji bo rastiya binivîsîne kêliyek jî paş de gav neavêt. Bila êdî xwîn bê rawestandin. Bila hemû rojanmegerên Kurdistanî rastiyê binivîsînin û neheqiya li ser kurdan vebêjin da ku ev şer bê rawestandin. Bila êdî zarok neyên kuştin û dayik negirîn. Îro dema ez diçim Stenbolê jî kurê min ji aliyê hemû rojnamegeran ve tê nasîn. Hevalên wî rêya wî bernedan. Jixwe ji ber ku rêya wî dewam kirin, gelek hevalên wî din hatin kuştin. Îro navê kurê min li her deverê tê bibîranîn. Rojnamegerên kurd Cengîz ji bîr nekirin. Çunkî, kî rastiyan binivîsîne qet nayê jibîrkirin. Kurê min mîrateyek ku êm ê pê ser bilind bibin li pey xwe ji me re hişt.”    ‘BILA WE BIGIRIN, LÊ EW DIBE XELAT’    Altun herî dawî jî da zanîn ku niha jî ji ber rojnameger rastiyan dinivîsînin tên girtin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Rojnameger îro nayên kuştin. Lê ji bo rastiyan dinivîsînin tên girtin û der barê wan de doz vedikin. Tişt nabe bila bigirin û doz vekin. Ev jî dê ji bo rojnamegeran bibe xelat. Bila wan xelatên xwe bi serbilindî hildin. Li min binêrin, ji ber ku kurê min nûçeyên rast nivîsand, ez bi serbilindî digerim.”    MA / Metîn Yoksu