Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2018-02-23 12:42:33 STENBOL - Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ji bo bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin cara 64’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Xwişk û birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan ji bo roja duşemê bi Ocalan re hevdîtinê bikin bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê tê girtin jî serlêdana daxwaza hevdîtinê kirin. Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan, bi riya parêzeran ji bo biçin hevdînê serî li Serozgeriya Komarê Bursayê dan.    Bi vê serlêdanê re ji 11’ê îlona 2016’an vir ve ev bû cara 64’emîn malbat ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê didin.